Hest û têkoşîna ji bo govendê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:30

DERYA EFRÎN / ANF / ŞEHBA

Huner danasînek e. Bi tevgera laş a ku dibe navgîneke çanda kevnar, ji bo jiyanê dibe cihê şanaziyê. Govend di çanda gelê kurd de cihek girîng digir e. Bi taybet jî çanda kevneşopî ye. Di heman demê bi hest û têkoşîna xwe govendên xwe pêşkêş dikin. Yek ji komên govendê, koma şehîd Viyan Soran e. Koma şehîd Viyan Soran a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn e. Ev kom bi hemû êş û zehmetiyan bi govendên xwe êşên gelê her çar parçeyên Kurdistanê di nava hestên xwe de dihewînin. Her wiha ji bo pêşkêşkirina çanda gelê her çar perçeyên Kurdistanê xebat didin meşandin.

Koma Şehîd (Viyan Soran) di sala 2017’an de li bajarê Efrînê hate avakirin. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn û rêvebera koma Şehîd Viyan Soran Zeyneb Îbo ji ajansa me re axivî û got: “Koma Şehîd Viyan Soran li bajarê Efrînê dest bi lîstina dîlanan kir, di wê demê de zêdetirî 20 endaman piştî perwerdehiya giran pêk dihat û koma bi tevayî govend gerand. Li navçeyên bajarê Efrînê.”

‘Ya em dixwazin ne ev ast e’

Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de got: “Piştî ku em ji bajarê Efrînê koçber bûn piştî dagirkeriya dewleta Tirk, em hatin herêmên Şehba û ji bo ji nû ve zindîkirina hunerê me navendek taybet ji bo hunerê vekir. Tevgera Hîlala Zêrîn li herêmên Şehbayê hate berfirehkirin. Her wiha koma şehîd Viyan Soran ji nû ve hate avakirin hejmara wê jî 14 endam bûn.” Zeyneb wiha pê de çû: “Em dikarin asta teknîkî ya komê baş binirxînin, lê ne ya ku em dixwazin ev e. Ji ber ku li herêmên Şehbayê em zehmetî dikêşin, bi taybetî jî dorpêç û peydakirina mamosteyan ji bo perwerdê zehmet e.

Govendên ji çar parçeyên Kurdistanê

Zeyneb da zanîn ku wan tevî hemû zehmetî û nebûna mamosteyan navber nexistine nav perwerdeya xwe û bi şev û roj xebitîne. Zeyneb da zanîn ku ew tevlî gelek bernameyan bûne û axavtina xwe wiha bi dawî kir; “Em beşdarî gelek şahiyan bûn, wek 8’ê Adarê, cejnên Newrozê û cejnên ku li herêmên Şahba û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin, vê mehê me dest bi perwerdeya xurt li ser dîlanên herêmên Kurdistanê yên Amed, Botan û Serhed kir. Niha jî em xwe amade dikin ji bo festîvala ‘Şehîd Berçem’ a ku wê di 6'ê Îlonê de li bajarê berxwedanê yê Kobanê were lidarxistin. Em bi hêza xwe derdikevin ser dikê û tevahî govendên çar perçeyên Kurdistanê pêşkêş dikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.