- Li Navenda Çandê ya Kerkûkê bi mebesta bibîranîna tawanên Enfalê bi sernavê “Hêsir piştî 36 salan hîna berdewam dikin” pêşangeheke wêneyan hate vekirin û tê de êşên dayik û bav û xizmên kesên enfalkirî hatin nîşandan.
MIHEMED KERKÛKÎ
ANF/KERKÛK
Pêşangeh ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistanê ve tê lidarxistin û di pêşangehê de wek amajeyek bi derbasbûna 36 sal di ser Enfalê re 36 tablo hatine pêşandan. Tablo ji hêla Cewherkanî Hencîrî ve hatine amadekirin. Di malbata Cewherkanî Hencîrî de jî 9 kes di Enfalê de hatine kuştin û ji gundê wî jî 101 kes ketine ber komkujiya Enfalê.
Berpirsa Şaxa Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Kerkûkê Dîmen Mihemed têkildarî pêşangehê ji axivî û got: “Me xwest em di 36’emîn salvegera Enfalê de bi 36 wêneyan wêneyên xizmên kesên enfalkirî yên rasteqîne nîşan bidin ku 36 sal in hêsirên wan berdewam dikin. Lewma me hewl da ku em êşên dayik û bav û xizmên kesên enfalkirî bi tabloyan nîşan bidin. Me ev wêne ji meha borî heta niha li gelek deran nîşan dane. Bo nimûne li Silêmaniyê, li Bîrdariya Çemçemalê, li Goptepeyê û paşê jî li Parlementoya Iraqê me ev tablo ji bo du rojan nîşan dan û niha jî em li Kerkûkê nîşan didin. Ji ber ku gelê Kerkûkê jî rastî komkujiyê hatiye.”
Wêne diaxivin û wan rojan bibîrtînin
Dîmen Mihemedê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Eger em li wêneyan binêrin, em ê bibînin ku wêne bi xwe diaxivin û wêneyên rasteqîne ne. Xizmên kesên enfalkirî 36 sal in hêsiran dibarînin. Mixabin hin caran hin kes ji me re dibêjin ku ev çalakiyên ku hûn ji bo bibîranîna Enfalê çêdikin, wisa dikin ku birînên xizmên kesên enfalkirî dîsan vebin. Lê ev tawan ew qas mezin e ku pêwîst e her roj bê bibîranîn, divê hemû cîhan fam bike ku tawaneke çawa li dijî gelê Kurd hatiye kirin.”
Dîmen Mihemedê da diyarkirin ku gelek jin, çalakvan û nûnerên saziyên jinan beşdarî pêşangehê bûne û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Bibîranîna komkujiyên li ser Kurdan tenê bi şîn û girî nabe, divê bi rêyên cuda bêne bibîranîn. Divê em bi rêya huner, film, şano û pêşangehan van tawanan bînin bîra xelkê û bi cîhanê bidin nasandin ku li dijî gelê Kurd qirkirineke mezin çêbûye.”