Hesekê şehîdên xwe spartin axê
În 25 Mijdar 2022 - 00:29
Bi tevlçbûna bi hezaran kesî, cenazeyên 5 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên YATʹê Munteser Omer (Mizgîn Serêkaniyê), şervanên QSDʹê Îbrahîm El Nasir (Kemal Pîr), Silêman Ehmed (Dilo Ararat) û welatiyên bi navê Seydo Terbûş û Ebdurehman El Ebid ên ku rojên 22 û 23ʹyê Mijdarê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatin veşartin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Fatima El Elî di merasîmê de axivî û got, van şehîdan mirin li ser zilma dagirkeran tercîh kir û dev ji xaka welatê xwe berneda ta li şehîd bûn.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Şoreş Hesekê jî got, hêzên wan bi îradeyeke xurt û israr li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û got, "Em şopdarên rêya azadî, felsefeya Rêbertî û xeta şehîdan in. Em gavekê bi paş ve naavêjin. Em ê berxwedana xwe heta serketinê dewam bikin."
ANHA/HESEKÊ