Hêrsa li dijî xiyanetê fûriya

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:30

  • Li gelek navendên Ewrûpayê bi hezaran Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK´ê a bi van êrişan re meşiyan. Yek peyam derket pêş: Berxwedana sereqet a li dijî dagirkerî û xiyanetê.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya bi dagirkeran re ya PDK´ê li seranserê Ewrûpayê, Kurdan û dostên wan dewleta Tirk rûreş kir. Ji Frankfurtê heta bi Parîsê, ji Londonê heta bi Viyanayê, ji Osloyê heta bi Stockholmê li Ewrpûpayê çalakî hebû. Lê belê her wiha ji behran wê de, li Awûstralyayê jî li her du bajarên mezin ê welêt yanî Sydney û Melbournê Kurdan dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK´ê bi çalakiyan şermezar kir. 

Li Ewrpoayê çalakî bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) bi rê ve çûn.

FRANKFURT: Kurd û dostên wan li Galluswarte hatin cem hev, êrişên dewleta Tirk û PDK'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di meşa bi pêşengiya TêkoJIN´ê de xelkê pankart û dovîz hilgirtin. Girseya gel dema nêzî Hauptwacheyê bû, bi pêlavên Mekap ên zer berxwedana gerîla silav kir û hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk û PDK'ê anî ziman. Endamên TêkoJIN'ê jî posterekî mezin ê Rêber Abdullah Ocalan û ala PKK'ê li ser banê avahiyeke bilind daliqandin û qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê protesto kirin.

HAMBURG: Bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya bi hevkariya PDK’ê meşiyan. Komek Ukrayniyan jî piştgirî da meşê. Meşa li gara trenê ya Sternschanze dest pê kir. Siyasetvanê Kurd Mehmet Şîrîn Amed got, PDK mîna leşkerê Erdoganê faşîst e, astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya Kurdan e.

Parêzvana Mafên Jinan Anja Flach jî got, “Ji bo ku xiyanet biser nekeve, em zêdetir li dora îdeolojiya Serok Apo bibin yek.” Meş li taxa Damtorê li nêzî Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû.

STUTTGART: Kurd û dostên wan li Lautenschlager Strasse civiyan li dijî dagirkeriyê û xiyanetê meşiyan. Wan sloganên "Terorîst Erdogan", "Bijî hevgirtina navneteweyî", "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bomberdûman dike" û "Tankên Elman ji Kurdistanê bicehimin" gotin.

DUSSELDORF: Kurd û dostên wan garan navendî ya bajêr hatin cem hev. Nûnerên Seebrûcke Krefeld, ji Die Lînke Stephan Hagemes,  nûnerên Solîkomîte Bonn, Rote Hîlfe e.V., Women Defend Rojava gotin, ew her tim li hemberî êrişên dagirkeriyê li cem Kurdan bûne û bomberdûmana dewleta Tirk a li çiyayên Kurdistanê şermezar kirin. Berdevka YJK-E Ayten Kaplan û Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut jî gotin, "Em li cem gerîlayên li dijî qirkirina Kurdan li ber xwe didin û li rex Rêber Apo cih digirin."

HANOVER: Kurd û dostên wan li Opernplatzê civiyan û ji wir bi meşê dagirkerî û xiyanet protesto kirin. Xwepêşandêr heta bi garan navendî ya trênan meşiyan.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, bi hezaran Kurd û dostên wan pêşengiya TJK-F û CDK-F'ê li meydana Republiqueyê civiyan. bi pirranî jin û ciwan tevlî çalakiyê bûn. Jinan li pêşiya meşê cihê xwe girt û bi dirûşmên "Bimre xiyanet", "Kujer-dîktator Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla" û "PKK tolhildan" kolan hejandin. Meş meydana Chateletê veguherî mîtîngê. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E'yê Murat Ceylan berxwedana gerîla silav kir û got, "Ev berxwedan ji bo 50 milyon Kurdî ye. TC ya faşîst û hevkarê wê yê xayin PDK, doh xulamtiya Erdogan û NATO'yê dikirin. Gelo çima îro malbata Barzanî vê xayintiyê dike? Ji ber ku malbata Barzanî jî mîna Erdogan bûye diz û çete. Rêber Apo û hevrêyên wî wê dawiyê li dagirkeriyê û xiyanetê bînin."

MARSÎLYA: Li hemberî dagirkerî û xayintiya PDK'ê bi sedan kes li Marsîlyayê meşiyan û mîtîng li dar xistin. Kurd û dostên wan seat 13.00’an li meydana Canabiereyê hatin cem hev û ber bi meydana Vieux Portê ve meşiyan. Xelkê tim û daim dirûşmên "Partiya xiyanetê PDK", "Bimre xiyanet",

"Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan“, "Bijî berxwedana gerîla" û "Her der serhildan, her der berxwedan" gotin.

RENNES: Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li meydana Charles de Gaullesê daxuyaniyek da çapemeniyê û heta bi meydana Republiqueyê meşiyan. Kurdan bi daxuyaniyê got, "Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî Kurdan êrişan dike. Em ê li her derê li hemberî êrişan bin û her derê bikin meydana berxwedanê."

Wekî din li bajarên Fransayê Lorient, Montpellier û Bordeauxê jî çalakî hatin lidarxistin. 

STOCKHOLM: Di mitîngê de alên PKK û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Girseyê bênavber dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e” gotin.

Wekî din li Swêdê li bajarê Ûppsala û Vesteros (Västerås) jî bi heman armancê çalakî hatin li darxistin û êrişên dewleta Tirk a faşîst û qirker hate şermezarkirin.

OSLO: Li paytexta Norwêcê Kurd û dostên wan li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyeyê daxuyaniyek dan û êrîşên dagirkeriyê yên bi piştgiriya PDK’ê şermezarkirin. Hevseroka NCDK-Osloyê Ayser Yuce got, gelê Kurd wê li hemberî êrişên dagirkeriyê ti carê bêdeng nemîne û wê li her derê li ber xwe bide.

HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiyayê Kurd û dostên wan li meydana Kamppî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin. Rêxistinên Kurd ên weke Tevgera Gorran û Komele-rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komînîst a Îranê jî destek dan çalakiyê.

KOPENHAG: Li paytexta Danîmarkayê jî dengê "Erdoganê kujer", ‘Na ji dagirkeriyê re’, ‘Bîjî berxwedana gerîla’, ‘Barzanî dev ji xiyanetê xwe berde’ li meydanên sereke yên bajêr olan dan. Ji parlamenterên Enhedslistenê yê Partiya Koalîsyona Gevez û Şîn a Danîmarkayê, Søren Søndergaard got, rejîma AKP’ê bi erîşên ku li ser Kurdistanê dike armanc DAIŞ’ê vejîne û xwest welatên Ewrûpayê çawa piştevaniya Ukraynayê dikin wisa jî piştevaniya gele Kurd jî bikin.

AARHUS: Li vî bajarê Danîmarkayê Kurd û dostên wan li Meydana Şaredariya Aarhusê hatin ba hev û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de Parlamenter Maria Tempanores berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir. Tempanores, durûtiya Ewrûpa û NATO’yê jî rexne kir.

BASEL: Li vî bajarê Swîsreyê jî Kurd û dostên wan li Parka De Wette dagirkerî şermezar kirin. Hevserokê Partiya Sosyal Demokrat a Baselê Marcel Colomb, Sekretera Giştî ya Partiya Basta Fransizka Stier, nivîskara şanoyê û derhênerê Swîsreyî Anîna Jendreyko, endamên SYKP, anarşîstên Swîsreyî, MLKP, TKEP/Lenînîst, parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca û bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn.

VIYANA: Li paytexta Awusturyayê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û êrişên hêzên Iraqê yên li dijî  Şengalê bi meş û mîtîngekê hatin protestokirin. Di axaftinan de bang li PDK´ê hat kirin da ku demildest dev ji xiyaneta xwe berde. 

Paşê ji ber Resselpark Karlzplatz’ê ber bi Konsulxaneya Tirkiyeyê ve xelk bi diruşmên "Bimre xiyaneta PDK´ê", "Bijî HPG", "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Es lebe Gerilla", "Türkische Arme raus aus Kurdistan", "Hoch die internationale Solidarität” meşiya.

Wekî din li bajarên Awusturayayê Innsbruck, Graz û Linzê jî dagirkeriya dewleta Tirk hat protestokirin. 

LONDON: Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) di çarçoveya “Pêngava Werin Cenga Azadiyê” de ji bo şermezarkirin û teşhîrkirina êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê daketin kolanên paytexta Ingilîstanê Londonê. 

MELBOURNE: Kurd û dostên li dijî hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. Li ser navê NAV-KURD'ê Heval Herkî daxuyanî da çapemeniyê. Herkî got, “Faşîstê serdemê Erdogan di heman demê de welatê Kurdan dagir dike û Kurdan qir dike. Çawa ku Awustralya û Scott Morrison ji bo Ukraynayê hestyariyê nîşan didin bila ji bo Kurdan jî hesasiyetê nîşan bidin.”

SIDNEY: Berdevkê Koma Piştevaniya bi Rojava re û nivîskarê Rojnameya Green Left Weekly, Peter Boyle got, ew li cem Kurdan in, êrişên dagirker ên Tirk jî şermezar kirin. Siyasetvanê Kurd Ezîz Bawermend jî bang li Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison û partiya wî kir da ku ji bo Kurdan jî bi qasî ku ji bo Ukraynayê hestyar in, hestyar bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.