• Desthilatdariya AKP-MHP di vê karesatê de jî dev ji dijminatiya HDP’ê bernade. Qeymeqamê dewleta Tirk Mûstafa Hamît Kiyici, tevî gelek eskeran hat navenda li gundê Hasankocayê û bi zorê dest danî Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya ji aliyê HDP'ê û komeleyên herêmê hatibû avakirin

Saziya dewleta Tirk AFAD’ê eşekere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 36 hezar û 187 kesan. Ji roja ewil ve xuyaye dewleta Tirk hejmara miriyan rast nade û ev hejmara AFAD’ê eşkere kiriye roj bi roj wê zêde bibin.

Li gorî daxuyaniya AFAD’ê, heta niha di erdheja li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Kilîs, Osmaniye, Hatay û Edenê de bi giştî 36 hezar û 187 kesan jiyana xwe jidest dane. Her wiha 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûne.

Hate gotin ku ji herêmên erdhejê 216 hezar û 347 kes bo cihên din hatine veguhestin.

 

Qeyûm tayinî alîkariyên erdhejê kirin!

Pêr Qeymeqamtiya Bazarcixê, dest danî ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya ji aliyê HDP'ê û komeleyên herêmê hatibû avakirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî berhev dikir. 

Qeymeqamê dewleta Tirk Mûstafa Hamît Kiyici, tevî gelek eskeran hat navenda li gundê Hasankocayê û diyar kir ku dê navend bi koordînatorên ku ji aliyên wan bên tayinkirin ve bê birêvebirin. HDP'î û dilxwazan ev yek qebûl nekirin. Ji ber vê HDP'î û dilxwaz û qeymeqam demeke dirêj ketin qirika hev. 

Piştî vê HDP'î û dilxwazan vê helwesta qeymeqamtiyê bi dirûşmeya "Qeyûm dikuje, piştevanî jiyan e" şermezar kirin. HDP'î û dilxwazan gotin dê bi qeymeqamtiyê re nexebitin û ji depoyê derketin. 

Doh jî Tifaqa Ked û Azadiyê nerazîbûn nîşanî peywirdarkirina qeyyûm a li ser Navenda Koordînasyonê ya HDP’ê da û got “Em qeyyûm nas nakin.” Di daxuyaniya nivîskî ya Tifaqa Ked û Azadiyê de hat gotin, "Desthilatdariya ku ji dêvila guh bide hişyariyên zanyaran, çavkanî û derfetên mezin pêşkêşî muteahîtan kirin. Ev desthilatdarî berpirsê siyasî yê vê erdhejê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dikare hemû derfetên dewletê bi kar bîne û xwedî her cure desthilatdariyê ye, Rewşa Awarte ragihand. Duh (pêr) me dît ku Rewşa Awarte desteserkirina ked, mirovahî, hevkarî û hevgirtinê ye. Li Navenda Piştgiriyê ya HDP'ê ya Bazarcixa Mereşê ku ji roja pêşîn a erdhejê alîkariyê dide gel, qeyyûm hate peywirdarkirin. Ev 10 roj in hevalên me alîkariyê digihînin 100 gundan. Ev depo û kon wekî hêviya şêniyên Bazarcixê ye. Qaymakam tevî 200 leşker û polîsan, dest danî ser wê depoyê.”

 

Buldan: Diviyavabû Erdogan îstifa bikira

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re jî doh çûn li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan piştî serdana xwe ya li mexdûrên erdhejê yên li Îslahiye daxuyanî da. Buldan got: "Weke HDP'ê ev 11 roj in li hemû bajarên ku karesetên erdhejê lê rû da, me serdana gelê xwe kir, êşên wan parve kir û me hewl da birînên wan bipêçin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku 2-3 rojên ewil tunebû, di van demên dawî de alîkariya ku hat kirin û rêxistinên sivîl bi taybetî HDP’ê asteng kirin. Me dît ku hewl didin rê li rêxistinên pîşeyî, dilxwazan û bi mîlyonan mirovan bigirin. Helbet ev wêne wek wêneyekî reş ket dîroka Tirkiyeyê. Ev 20 sal in çawa welat bi rêve dibin, wek wêneyek derket holê. Weke di hemû karesatan de, di şewat, erdhej û lehî de, di van hemû demên karesatê de em rastî feraseteke gelekî cuda ya destwerdana desthilatdariyê hatin. Em bi astengiya desthilatdariyê re rû bi rû man, îro kesên ku divê îstifa bikin tiliyên xwe li dilxwazên ku alîkariyê dikin, dihejînin. Yên ku divê îstifa bikin mudaxeleyê kesên ku hewl didin alîkariyê bidin dikin. Eger hinekî wijdan, rûyekî biçûk ê vê hikûmetê hebûya, diviyabû piştî du rojên destpêkê Serokkomar jî di nav de hemû îstifa bikirana. Lê belê ne rûyê wan ê îstifakirinê heye, ne jî wijdanekî bi vî rengî.''

 

Daxuyaniya Navenda Krîzê ya HDP’ê

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir li gelek bajaran wan ji roja Înê û heta niha têkilî bi 1512 muxtaran danîne û bal kişand ser vî tiştî ku herî zêde kon û sobe hewce ye. Li gorî daxuyaniya HDP’ê 30 kes di nav Navenda Koordînasyona Krîzê de cih digirin û vê komê bi xwe gihandiye muxtarên gund û taxên erdhejê.

Hate diyarkirin bi giştî li 39 navçeyan telefonî 2015 muxtaran hatiye kirin û bi 1512 muxtaran re têkilî hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin “Derbarê rewşa mirî û birîndaran agahî hatine stendin û derbarê pêdiviyên lezgîn û giştî nîşe hatine stendin. Ev nîşe ji ser navendên koordînasyona krîzê re ragihandine ji koman re. Herî zêde kon û sobe hewce ne. Sobe û kon negihiştine gelek deran. Li hemû deran ev pêdivî heye. Ligel ku tu xisar çênebûye jî gel naçe malên xwe.’’

 

'Mala min mala te ye'

Li Amedê jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dest bi kampanya 'Mala min mala te ye" kir. HDP'ê ji xelkê Amedê xwest ku deriyê xwe li mexdûrên erdhejê veke, tevna piştevaniyê xurt bike û got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin."

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got, "Li dijî wan kesan ku ji êşa gelê me sûdê werdigirin, em xwedî li nirxên xwe yên civakî derkevin."

NAVENDA NÛÇEYAN