
- Di encama vê bobelatê de li Elmanyayê herî kêm 156 kes, li Belçîkayê jî 27 kes mi
Barana zêde û lehiyên pê re rabûn bandoreke giran li rojavayê Ewrûpayê kir. Di encama vê bobelatê de li Elmanyayê herî kêm 156 kes, li Belçîkayê jî 27 kes mirin. Di kerasatê de xisareke mezin çêbû. Li sînorê Awusturya û Elmanyayê jî alarm hate dayin.
Tenê li eyaleta Rheinland-Pfalzê ya Elmanyayê, li gorî polêsên xwecihî herî kêm 110 kes mirin. Polêsan da zanîn ku herî kêm 670 kes birîndar bûne, bi fikar in ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Li tevahiya Elmanyayê 156 kes ji ber karesaetê mirin. Ji ber karesata lehiyê ku li Elmanyayê weke 'karesata sedsalê' tê binavkirin, xisareke mezin bû. Hikumet paketa alîkariyê ya ji sedan milyar euroyî amade dike. Yekîtiya Ewropayê jî soza piştgiriyê da.
Li Elmanyayê, hilweşîna malan, qutbûna elektrîk, gaz û xetên telefonê bandor li deh hezaran mirovî kir. Rê qelişîn, pir hilweşiyan, bajar ser û bin bûn. Serokwezîr Angela Merkel got, "Karesateke rasteqîn e".
Li Belçîkayê jî bîlanço girantir bû. Di karesata rojên dawî de herî kêm 27 kes mirin. Li gorî hin çavkaniyan 35 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hîn jî bi dehan kes winda ne. Navenda krîzê got, "Mixabin divê em hesabê wê bikin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Serwîsên rewşa lezgîn li qadê lêkolînên xwe dewam dikin."
Li Belçîkayê, karesatê bandor li derdora 120 komunan kir. Di serî de başûr û rojhilatê welêt, polîs li malan li qurbaniyan digerin. Belçîkayê roja Sêşemê weke şîna neteweyî ragihand. Şert û mercên nebaş ên hewayî li Hollanda û Luksembûrgê bû sedema xisara madî.
Awûstûrya jî kete alarmê. Li bajarên Salzburg û Tirolê arkuj seferber bûn. Halleine di nav avê de maye.
NAVENDA NÛÇEYAN














