Herêmên gerîla 93 caran hatin bombekirin

Sêşem 14 Adar 2023 - 23:05

Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 93 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye;

Li herêma Zê (Zapê)

13'ê Adarê saet di 09:00 de dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Sûcên artêşa tirk a dagirker

13'ê Adarê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 2 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
13'ê Adarê li Xakurkê derdora Çemê Lolanê, Qadên berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, çeperên me yên li qadên Çemço û Sîdayê 91 caran bi helîkopterên êrişê, hawan, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.