• Akademîsyena Şamê ji nêz ve nas dike, Karîn Leukefeld li ser daxuyaniyên diyaloga bi Şamê re yên Enqerê, behsa sedemên siyaseta Enqerê û meylên Şamê kir. Bi ya wê sedemên Enqerê siyaseta navxweyî ya dewleta Tirk û meyla Şamê dibe ku hebe peymaneke weke ya Edenê ji nû ve bi Enqerê re mohr bike.  

Karin Leukefeld ji akedemîsyenên Elman ên pisporê Sûrî ye. Ew demeke dirêj li Şamê jî maye û hem siyaseta hikûmeta Şamê, hem meseleya Kurdan ji nêz ve dişopîne û nas dike. Di Neues deutschland (ND) de wê bi sernivîsa “Enqere û Şam dipeyivin” (Ankara und Damaskus im Gespräch) analîzek weşand û ji bo ravekirina sedema sereke ya daxuyaniyên aliyê Tirk ên ji bo diyalogeke bi Şamê re wê got, “Rastî tehl û tarî ye; înflasyona mirovan gêj dike, bêkarî û rewşeke çaresernekirî li ser sînor Sûrî û Tirkiyeyê, tevî 3.7 milyon penaberan xelkê Tirk aciz kiriye û ev bi kêra muxalefetê tê. Ji bo ku pêşiyê bigire li têkçûneke muhtemel, Erdogan niha postê qasidê aştiyê li xwe kiriye.” 

Leukefeld balê dibe ser wê yekê ku di asta rêxistinên îstîxbaratê de Tirkiye û Sûrî êdî bi hev re rûdinin û îşaret bi daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û protestoyên li Idlibê û deverên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike.

Mesele siyaseta hundir a Tirk e

Bi ya Karin Leukefeld heger wezîrê Tirk Çavuşoglu ev qasî pirr û evqasî berbiçav behsa ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera Enqere û Şamê de dike, sedema vê eseh ne siyaseta derve û ne jî siyaseta berfirehkirina tesîra Enqere li Rojhilata Navîn û Derya Spî ye jî. Sedem “siyaseta navxweyî” ya Tirk e:  “Sala bê, damezrandina Komara Tirkiyeyê 100 saliya xwe temam dike û di Hezîranê de hilbijartinên parlamenê hene. Serê pêşî Recep Tayyip Erdogan ji bo sala pesn û şabaşê 2023´yan armancên bi xirs û îxtîras diyar kiribûn. Diviyabû aborî, tûrîzm, veguheztin, enerjî û hêza leşkerî bihata berfirehkirin. Tirkiyeyê dixwest bibe yek ji 10 aboriyên herî xurt ên dinyayê.

Rûsya destekê dide Erdogan

Lê rastî tehl û tarî ye; înflasyona mirovan gêj dike, bêkarî û rewşeke çaresernekirî li ser sînor Sûrî û Tirkiyeyê, tevî 3.7 milyon penaberan xelkê Tirk aciz kiriye û ev bi kêra muxalefetê tê. Ji bo ku pêşiyê bigire li têkçûneke muhtemel, Erdogan niha postê qasidê aştiyê li xwe kiriye. Ji bo vê rola Erdogan a nû Rûsya destekê didiyê, ew hewldanên Erdogan ên navbeynkariya di warê firotina dexlê Ukraynayê bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî û muzakereyên agirbestê, her wiha pêşniyazên Enqerê yên lihevhatina bi Şamê re di warê aborî de xelat dike. Kirrîna petrolê ji Rûsyayê li gorî sala 2021´ê di sala 2022´yan de di qatan zêde bûye; di heman demê de dewleta Tirk mueyîde û cezayên aborî yên Yekîtiya Ewrûpayî û Emerîkayê li dijî Emerêkayê qebûl nake û karîbû bazirganiya xwe bi Rûsyayê re mezin bike.”

Li gorî Karîn Leukefeld, bi lihevkirineke bi Şamê re Erdogan dikare di gelek xisûsan de sûdê wergire: Vegerandina 3,7 milyon penaberên ji Sûrî wê siyaseta bi arîşe nerm bike li nava Tirkiyeyê, tevî Şamê li dijî Rêveberiya Xweser a Kurdan şer bike.  Li gorî Karîn Leukefeld a ku Şamê û rêveberiya wê nas dike, dibe ku peymaneke weke ya 1998´an yanî Peymana Edenê ji nû ve bê mohrkirin. Hingê li gorî analîza Leukefeld, Şam wê destûrê bide Enqerê ku di sînorekî hîna divê bê diyarkirin de li derveyî sînorê xwe jî operasyonên leşkerî li nava axa Sûrî li dar bixe li dijî Kurdan û ew navên QSD, YPG û PKK´ê hildide. 

Ji ber ku ew rêveberiya Şamê ji nêz ve nas dike û biryarên wê yên di dema şer de jî rast texmîn kiribûn, em dikarin wisa bihizirin ku Leukefeld gava vê dibêje, dizane ku li Şamê jî li ser vê hatiye peyivîn. 

Diyar e ku Şam ne li bendê ye dewleta Tirk di nava artêşa Sûrî de bicihkirina QSD´ê qebûl bike, û ji ber vê jî li îhtîmala peymaneke bi vî rengî dihizire.

Bi ya wê hevdîtinên bi Şamê re weke yekane rê xiya dikin ji bo parastina statuya heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Lewma ew ê di warê leşkerî de bi Tirkiye, Sûrî, Rûsya û Îranê re bê hemberî hev û rêya herî maqûl a parastina qismî ya Rêveberiya Xweser muzakereyên bi Şamê re ne.

Biryar, û meylên Şamê dikarin weke ku Karîn Leukefeld dibêje bin, lê şiyana Şamê û nexasim jî guhertinên bi lez di siyaseta Rûsya ya Tirkiyeyê de û rola Îranê ya leşkerî li Sûrî, encamên hesabên matematîkî xera dikin. Lê ji ber ku Karîn Leukefeld xwedî agahiyên ji hikûmeta Şamê ye, mirov dikare hizr, meyl û biryarên muhtemel ên Şamê ji vê analîza Karin Leukeld bixwîne.  

NAVENDA NÛÇEYAN