Her rayek şeqamek

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:43

Namzetê Şarederiya Gel ên DEM Partiyê yê navçeya Miksê Ayvaz Hazir  û Namzetê Hevşaredariya navçeya Bêgirê yê Wanê Bariş Yilmaz gotin di şexsê qeyûman de AKP li petaxê ketiye û her rayeke ji DEM Partiyê re biçe wê ji dewleta Tİrk re bibe bersivek.

Li gel her cure zext û zordarî, dek û dolabên dewleta Tirk ên di pêvajoya hilbijartina xwecih de jî Kurd xwe hazir dikin ku di vê hilbijartinê de şeqameke Kurmancî di şexsê qeyûman de li AKP’ê bixin û li bajarên Kurdistanê şaredariyên gel ava bikin.

Namzetên Hevşaredariya Gel Miskê û Bêgirê yê Wanê yên DEM Partiyê diyar kirin gel hay ji her tiştî heye û ew ê bi ser bikevin, dawî li talangerî û dijminatiya qeyûman bînin. 

Qeyûm li talana çandê daye

Hevşaredar Ayvaz Hazir bi bîr xist ku navçeya Miksê di navbera herêmên Xerzan, Botan û Serhedê de dimîne û vê yekê jî bandor li  ziman, çand û şêwejiyana navçeyê kiriye û axaftina xwe wiha domand: ‘’Li gel Colemêrg, Cizîr û Bazîdê yek ji çar navendên Kurdistanê bû. Di warê edebî de ji Kurdan re pêşengtî kiriye ku gelek kesayetên mezin jê derketine. Miks ji ber erdnigariya xwe baxçeyekî veşartî ye. Pergalê ji ber çand, ziman û erdniyariya xwe navçeya me gelekî îstismar kiriye. Polîtîkaya tunekirinê ku ev 100 sal in li Kurdistanê tê meşandin, li navçeya me gelekî hatiye meşandin.’’

Ra wê bibin bersiv

Ayvaz Hazir anî ziman ku ew vê hilbijartinê ji aliyê  xwebirêvebirina Kurdan ve gelekî girîng dibîne û got: ‘’Hilbijartinên xwecihî ji bo gelê Kurd şanseke mezin e. Wê her dengekî ku partiya me bistîne, ji vê pergalê re bibe bibe bersivek. Gelê Kurd dev ji tekoşîna xwe ya hebûnê bernade. Gelê me tim bersiv daye ji kesên ku îradeya wan tune hesibandine. Ez dubare bang li hemû gelê me dikim ku li dora namzetên DEM Partiyê bibin yek.’’

AKP li petaxê ketiye

Namzetê Hevşaredariyê yê Bêgirê Bariş Yilmaz bal bire ser girîngiya hilbijartinên xwecihî ya ji bo gelê Kurd. Yilmaz got, “Nêzî 8 sal in qeyûm Şaredariya Mûradiye bi rê ve bidin û bûne sedemê texrîbatê. Bi min desthilatdariya heyî wê hîn zêdetir nekare vê rewşê bidomîne. Gel hay ji vê heye. Di xwecihî de hemû polîtîkayên AKP’ê îflas kirine.”

Gelê me bi ser dikeve

Yilmaz anî ziman ku her dengê ku li dijî polîtîkayên qeyûm bên dayîn, wê xizmetê ji yekîtiya civakî re bike û ev tişt got: “Her dengê ku ji DEM Partiyê re bê dayîn aştî, azadî, wekhevî, çareserî û demokrasî ye. Gelê me wê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de car din xwedî li partî û îradeya xwe derbikeve. Gelê me wê di 31’ê Adarê de car din dersa demokrasiyê bide Tirkiyeyê. Em ê bi ser bikevin, gelê me wê bi ser bikeve.”

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.