• Elîf Gamze Bozo, ji bo mesrefa xwarin û klînîkê yên heywanên li kuçeyan bi navê "Her kevalek jiyanek e" pêşangeheke wêneyan li Odeya Pîşesaziyê ya Enqereyê li dar xist.

Elîf Gamze Bozo, ji bo mesrefa xwarin û klînîkê yên heywanên li kuçeyan bi navê "Her kevalek jiyanek e" pêşangeheke wêneyan li Odeya Pîşesaziyê ya Enqereyê li dar xist. Bozo çendî seqet be jî ji bo heywanan pêşangeheke wisa li dar xistiye.

Elîf Gamze Bozo diyar kir ku heywan parçeyekî girîng ê ekosîstemê ne û got: "Armanca babetên di wêneyên min de, nîşandana ahenga xwezayê ye." 

Bozo dibêje, ew dixwaze vê pêşangeha xwe li bajarên din jî li dar bixe. 

Çaraseriyeke mayînde divê 

Bozo, destnîşan kir ku armanca babetên wêneyên wê ew e ku ahenga xwezayê bide der û wiha axivî: "Bêyî zarokan, cîhan dê ne bedew be û kes dê nikaribe bijî. Ne ji heywanan be, ekosîstem dê birûxe. Em hemû girêdayî hev in. Tinekirina pelekî bi xwe jî, windahiyeke mezin e di ekosîstemê de. Em xelekekê çêdikin di gerdûnê de. Ez jî wekî parçeyekî vê xelekê, hewl didim qismekî jê xelas bikim. Par havînê gelek daristan şewitîn. Wê çaxê xew bi çavê min neket. Min tim hewl dida alîkariyê bikim. Helbet pêdivî bi çareseriyeke mayinde heye." 
 
Divê stargeh û beytarên seyar hebin

Bozo, anî ziman ku alîkariya ji bo heywanan divê tim hebe û got, "Ji bo heywanan cihên ku lê bijîn, pirr kêm in. Em her roj avahiyan datînin ber wan û cihên wan ên jiyanê teng dikin. Heywan dê biçin ku, li ku bijîn? Rêveberiyên herêmî divê li her taxê stargehan çêkin, teqez divê baytarên seyar jî hebin." 

Bozo, anî ziman ku siyasetvan û karsaz jî divê zimanê xwe biguherînin: "Heywan ne 'mal' in, parçeyekî gerdûnê ne. Em mecbûr in bi wan re bijîn." 

MA/ENQERE