ERDOGAN ALAYUMAT/STENBOL
Birayê şehîd Cîger Malazgîrt (Alican Derici) Îhsan Derici, li ser bi sîlehên kîmyewî şehîdkirina birayê xwe got, “Ev hovîtî ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Berpirsiyarê vê êrişê ne tenê dewleta Tirk e, her kesê ku xwe lê kerr û kor kir hevpar e.”
Yek ji 17 gerîlayên ku di êrişên dewleta Tirk ên vê dawiyê yên bi sîlehên kîmyewî şehîd bûne, Cîger Malazgîrt ê 31 salî bû. Malbata wî ji bo şehîdbûna wî li Stenbolê li avahiya HDP´a navçeya Sultangaziyê serdanên ji bo taziyê qebûl kirin.
Hem saw û hem hêrs
Dê û bavê şehîdî nekarî bipeyivin, lê malavahiya xelkê hatiye serdanê kir. Birayê şehîdî, Îhsan Derici got, ‘’Serê tevahiya gelê Kurdistanê û nexasim jî Rêber Apo sax be. Dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar tîne, ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Gava ku min li dîmenên wan gerîlayan temeşe kir, yên ku bi sîlehên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, hem sawê girte min, hem jî ez gelekî hêrs bûm. Nabe ku ti kes vê hovîtiyê qebûl bike."
Îhsan Derici bi bîr xist ku dewleta Tirk ji mêj van sîlehên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne û wiha peyivî: "Heger berê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk bihata nîşandan, ev êriş wê nehatana kirin. Ji ber wê jî ne tenê Tirkiye berpirsiyarê van êrişan e, her kesê ku xwe lê kerr û kor kir jî hevparê sûc e."
Êrişên kîmyewî hovîtî ne
Îhsan Derici ji ber hevkariya bi dewleta Tirk re nerazîbûn nîşanî PDK´ê jî da û got, PDK di dawiyê de navê xwe bi tîpên reşî qirêj li dîrokê nivîsand. Gelê Kurd wê xiyaneta PDK´ê ji bîr neke. PDK çi niha û çi paşê, ji ber vê xiyaneta xwe wê ileh hesab bide. Dawiya Sedam Huseyin bûbe çi, wê ya Barzaniyên desthilat jî bibe ew."
Di dawiyê de wî bang li miletê Kurd kir da ku nerazîbûnê nîşan bide: "Sîlehên kîmyewî hovîtî ne. Li her derê divê nerazîbûn bê nîşandan."
Ji Stenbolê ber bi Kobanê û Zapê ve
Şehîd Cîger Malazgîrt, bi îdîaya di nava rêxistina ciwanan a KCK´ê de bûye, sala 2011´ê kete zindana dewleta Tirk. Ew sala 2014´an ji hepsê derket, 10 rojan li cem malbata xwe ma û bi seferberiya ji bo Kobanê re berê xweda Kobanê. Wî li dijî DAIŞ´ê şer kir, ji serê xwe û milê xwe birîndar bû. Paşê jî wî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Cîger Malazgîrt ji roja destpêkê ya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cihê xwe girt.