- Li seranserê Ewrûpayê Kurd û dostên wan ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re seferber bûne. Heta bi zarokan qutiyên xwe yên pera didin Heyva Sor a Kurdistanê.
ARAT ARARAT / BIELEFELD
Piştî erdhejê Kurd û dostên wan li Ewrûpayê jî ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê bi rêbazên cihê berhev dikin. Li gelek deveran dezgeh tên danîn ji bo piştgiriyê, di mîtîngên bi mijarên cihê de xelk li ser felaketê tê agahdarkirin, ciwan û zarok di kampanyayên alîkariyê yên ji bo mexdûran de çalak cihê xwe digirin.
Gelek zarokan pereyên xwe dibin komele û dezgehan û ji mexdûrên erdhejê re dişînin. Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, Bîrhat ê 11 salî, şûşeyeke tijî pere bexşand ji mexdûrên erdhejê re. Bîrhat got, “Min pereyên xwe ji bo ku biçin ji zarokên di erdhejê de birîndar bûne. Divê zarok hemû pereyên xwe bînin.”
Li bajarê Swîsreyê Bernê jî Cûdî Yahidi yê 7 salî jî pereyên ku di qutîkê de berhev kiribûn dan ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re. Ew paşê jî çû dezgeha Heyva Sor a Kurdistanê ya li ber Stasyona Trênan a li Bernê û wî jî alîkarî berhev kir.
Wî êlegê Heyva Sor li xwe kir, û bi vî êlegê heta bi çonga wî dihat, tevahiya rojê belavokên Heyva Sor ên li ser erdhejê dan xelkê. Wî kir ku gelek kes bêşê bidin Heyva Sor. Cûdî wekî din ev bang jî kir: “Li welatê me erd hejiya. Min qutiya xwe ya pere da Heyva sor. Hûn jî dikarin di ser Heyva Sor re bibin alîkarê mexdûran.”
Kolan bi kolan mal bi mal
Ciwanan li gelek bajaran bi rêbazên cihê alîkariya bi mexdûrên erdhejê re organîze kir. Ciwanan li bajarê Neu-Isenburg (redaksiyona rojnameya me jî lê ye), li tax û semtên Frankfurtê Bockenheim, Bornheim, Ostend û Sachsenhausenê ji bo ku alîkarî bi mexdûran re bê kirin, seferberiyeke ciwan hebû. Komeke ji 12 ciwanên Kurd û înternasyonalîst, 5 hezar belavokên Heyva Sor a Kurdistanê bi xwe çap kirin û li malan, dikandaran û li stasyonên trênan belav kirin, dan destê xelkê, avêtin qutiyên postê.
Wan di heman demê de qutiyên alîkariyê yên Heyva Sor a Kurdistanê jî li dikanan danîn. Ciwanan wekî din li kampusa Bockenheimê ya Zanîngeha Goethe ya Frankfurtê jî dezgeha agahdarkirinê danî. Ciwan wê pereyên ku berhev kirine hemûyan ji Heyva Sor re bişînin.
Her çalakî derfetek e
Dawiya hefteyê li gelek bajaran dezgehên alîkariyê hatin danîn. Kurdan wekî din li gelek çalakiyên dawiya hefteyê de jî dezgeh danîn û xelk agahdar kirin li ser felaketa erdhejê û bang li xelkê kirin da ku alîkariyan di ser Heyva Sor a Kurdistanê re bişînin. Li paytexta Fransayê Parîsê di çalakiya li dijî pêşnûmaqanûna reformê de dezgeh hat danîn û belavokên Roja Sor hatin belavkirin. Ji bo alîkariyê pereyê neqîd jî hat berhevkirin.
Ne ji şer re, ji alîkariyê re
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfurtê, AGÎF, Young Strugle (YS) û Zora bi hev re dawiya hefteyê çalakiya “Pere ne ji şer re, ji bo mexdûrên erdhejê! Şer bes e! Alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê” hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li wezîra karê derve ya Elman Annalena Baerbock hat kirin: “Hevgira we ya NATO´yê, Tirkiye Suriyê bombe dike. Alîkariyê nade mexdûrên erdhejê. Piştgiriya me bi Kurdan re û mirovên li Sûriyê re ye. Frankfurt bajarekî mezin e, cîranên xwe nas bikin û piştgiriya wan bikin.”
Mamosteyê alîkarî berhev kir
Li bajarê Fransayê Montpellierê, mamosteya zimanê Fransî Martina Gundel-Schmitt ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê, kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Martîna tevî hevjînê xwe li nehiya Nebian tevlî konserekê bûn û alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê dan hev.
Bi sazên xwe destek dan
Hunermendên kolanê jî ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re seferber dibin. Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, li dezgeha xwarinê ya ji bo alîkariya mexdûran, hunermend Vaggelis Mazgaltir konser da. Wî got, “Me xwest alîkariya me jî hebe di nava alîkariyan de. Em bi sazên xwe hatine, pereyên me berhev kirin hemû me dan Kurdan da ku bigihînin mexdûrên erdhejê.”