Her êriş dike Şoreşê

Duşem 17 Çile 2022 - 22:12

  • QSD´ê da zanîn ku dewleta Tirk di nava 15 rojan de 225 caran êriş biriye ser deverên Rêveberiya Xweser, zirareke mezin a can û mal daye xelkê wan.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê di nava 15 rojan de 225 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrişên li ser wan ên 15 rojên dawîn eşkere kir.

QSD’ê li gorî kantonan, wiha behsa van êriaşan kir:

KOBANÊ: Balafirên keşfê 20 caran li asîmanên Kobanê û 4 caran jî di navbera Kobanê û Sirînê de geriyan.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Kobanê û gundên derdora wê de, 5 ji wan giran, 12 welatî birîndar bûne. Di demên cuda de gundê Qeremoxê ê li rojhilatê Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin. Di wê topbaranê de 3 jin û zarokek birîndar bûn. Her wiha kalekî ji vî gundî jî di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk di serî de navenda Kobanê kir hedef û dûre jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî de; gundên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî û Gultepe topbaran kirin. Di encama topbaranê de sivîlek şehîd bû û 11 sivîl jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarokekî lingekî wî qut bûye, heye. 

Dîsa li gundê Qeremoxê artêşa Tirk a dagirker bi suîkastê 2 leşkerên rejîma Sûriyeyê kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

GIRÊ SPÎ: Gundên li rojavayê Girê Spî jî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin. Gundên Kor Hesen û Xirbet Beqer 3 caran û gundê Golteb jî 6 caran bi obusan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Bîr Nasir jî bi dehan caran rastî êrişên topbarana bi hawanan hat. Gundên Silêbî, Bîr Xat, Um Huwêyş, Xirbet Faris, Serzûrî, Huriye, Mixtariyê û El-Suwan bi awayekî dijwar bi obus û hewanan topbaran kirin. Gundê Cirin 3 caran bi hawanan û 2 caran bi moşekan, gundê Zenûbiya 3 caran û gundê El-Erîda jî 2 caran bi hawanan bûn hedef. Di encama topbaranê de sivîlek birîndar bû û ziyanên mezin ên maddî li gundan bûn.

EYN ÎSA: Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa yê milê rojava û rojhilat bi obus, hawan û guleyên tankan kirin hedef. Gundên Hoşan û Xalidiyê ku dikevin rojavayê Eyn Îsayê bi obus, hawan û guleyên tankan bûn hedef. Di encama bombaranê de 3 sivîl birîndar bûn. Li gundê Sefawiyê û Fatsayê jî 11 guleyên hewanan ketin. Dîsa bi obusan êriş birin ser gundê Mişêrfa yê li ser rêya M4 ê li rojhilatê Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsayê.

TIL TEMIR: Gundên li ser xeta Til Temir û Zirganê bûn hedefa obusên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Bi hawanan bi dijwarî gundên Um El Kêf, Til Kîfçî, Til Tewîl, Til Cûma û Til Şenan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Dirdara 6, gundê Um El Kêf 32, El Ebûş 9, Til Şenan 2, gundê Kozeliyê û Til Tewîl 10 û gundê Til Cûma jî bi 3 guleyên obusan hatin topbarankirin. Li pirraniya gundan ziyanên madî çêbûne.

ZIRGAN: Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi guleyên obusan li navenda navçeya Zirganê xist û bi obus û hawanan êriş birin ser gundên Zirganê; Esediyê, Nîwîhat, Til El Werd û Til Şeîr. 

MINBIC: Li asîmanê Minbicê gera balafirên keşfê dem bi dem dewam kir û di encama lêdana bi dronekê de, sivîlek birîndar bû.

TIL RIFET: Til Rifetê û derdora wê bi topên obusan hatin topbarankirin.

ŞEHBA: Gundên herêma Şehbayê û gundên Efrînê, bûn hedefa obus û hawanan. Li gundê Eyn Deqnê 6, Til Madîqê 4, Hirbilê 4, Minixê 2, Şiwarika 7 û bendava Şehbayê 4 guleyên obusê ketin. Dîsa li ser gundên Belûniyê û Şêx Îsa hem topbarana hawanan çêbû hem jî 10 guleyên obusê avêtin van gundan.

Gundên Maranez û Malîkiyê yên ser bi Şera ya Efrînê, 9 guleyên obusê ketin û 6 guleyên obusê avêtin gundê Îrşadiyê. 30 topên hawanê jî avêtin gundê Soxanekê yê Şêrawayê.

Artêşa Tirk a dagirker ji xeta Şehbayê heta Zirganê di kêleka van êrişan bi sedan caran bi çekên giran êriş kir.

Di van 15 rojan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê;

Zêdetirî 225 caran bi hawan, obus û tankan êriş kir. Di encama van êrişan de 31 welatiyên me birîndar bûn. Welatiyekî me jî jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihên ku di tu rewşan de nabin hedef, dike hedef. Mizgefta li gundê Zirganê bû hedefa dagirkeran.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.