- Rêveberiya Xweser soz da ku di her warî de bixebitin da ku herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin û vegera birûmet û ewle ya xelkê van deveran misoger bikin.
Şahiya pîrozkirina salvegera 4`an a ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî doh bi rê ve çû. Heman rojê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û got, her devera dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine wê bên rizgarkirin.
Şahiya salvegera 4`an a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hola Mişwar a Reqayê bi rê ve çû.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El Mihbaş, endamên Rêveberiyên Sivîl û Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer, endamên partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD`ê, şêx û rûspiyên eşîran û diya şehîd Ferhad Şiblî Şêrîn Omer tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de Koma Nehasiyê stran gotin, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş û Bêrîvan Xalid jî bixêrhatine beşdaran kir û salevgera damezrandina Rêveberiya Xweser li beşdaran û xelkê herêmê pîroz kir.
Beriya şahiyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û soza rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirk de da û bang li gelên herêmê kir da ku li dor saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin da ku bêhtir bi bandor xebatên xwe û kar û barên xwe bikin. Rêveberiyê soz da ku her devera dagirkirî rizgar bike.
Rêveberiya Xweser daxuyanî da raya giştî û got, "Di dema ku gef û dorpêça domdar ji aliyê hêzên dijber ve li ser vê rêveberiyê tên kirin, gavên dîrokî ji aliyê wê ve hatine avêtin û destketî ji bo tevahî zarokên welat hatine bidestxistin."
Rêveberiya Xweser got, “Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kir û her gel û pêkhateya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li wê bûn û di warê siyasî, civakî, aborî û di her warî de ji bo xizmeta zarokên xwe, xwe birêxistin kirin.”
Rêvebeiryê bi bîr xist ku 21'ê Çileyê 2014'an li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê li hev kiriye û civiyane, û wiha dewam kir: “Ev bû bingeh û destpêka ragihandina projeya Rêveberiya Xweser.
Ev rêveberî bi destekî ji bo xizmet û rêvebirina herêma xwe dixebitî, bi destê din jî şerê rêxistinên terorîst ên bi navên cuda kir. Di serî de dewleta Tirk êrişî her projeya demokratîk a ji bo xizmeta gel û pêkhateyên herêmê dike.
Rêveberiyê tişta herî giranbuha pêşkêş kir, fedekarî bi zarokên xwe kir da ku herêmekê li pey a din ji hovîtiya terorê û tarîtiya serdema a DAIŞ û hevkarên wê rizgar bike. Tevî sê rêveberiyên xweser, 4 rêveberiyên sivîl hatin avakirin.”
Çareseriya tevahiya pirgirêkan e
Li ser armancên Rêveberiya Xweser jî wê got, "Hewcedariya yekkirina kar û xebata her heft rêveberiyan hebû. Lewma 6`ê Îlona 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsayê bi sazûmaniyên heyî hat ragihandin ku ji 3 meclisan yanî yên Qanûnî, Dozgerî û Rêveber pêk tê û saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê dihewîne.
Ev rêberî wê çareseriya giştî bi xwe re bîne. Di heman demê de ji bo tevahiya pirsgirêkên li Sûriyê û herêmê modeleke guncaw e. Ev rêveberî xwe dispêre rêgezên jiyana hevbeş û pirrçandî ku ew jî li ser bingehê fikir û felsefeya neteweya demokratîk."
Xizmeta xelkê û civakê kir
Rêvebeiryê di dewamê de got, "Di salvegera 4`an a damezrandina Rêveberiya Xweser de, hîna jî aloziya Sûriyê dewam dike, pê re jî azara gelê wê zêde dibe û bi darê zorê koçber dibin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî sûcên şer û dermirovî dike. Lê belê rêveberî bi hêza xwe hemûyî hewl dide daxwazên gelê xwe yên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî pêk bîne, gavên dîrokî avêtin.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de soz da gelê Sûriyê ku ew ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kar û xebatê zêdetir bike: “Bi vê boneyê em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sozê didin gelê Sûriyê bi giştî û nexasim gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet zarokên me yên ku di oxira pêkanîna azadî û rûmeta mirovahiyê de şehîd bûne, ku em ê rêya şehîdên xwe bişopînin, ewlehî û îstiqrara herêmê biparêzin, destketiyên gelê herêmê bi dest xistine, biparêzin da ku projeya Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên sivîl û leşkerî ji êrişên cuda were parastin.
Her wiha em soz didin ku em ê di her warî de bixebitin da ku herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin ku beşekî stratejîk ji herêmên Rêveberiya Xweser in û vegera birûmet û ewle ya gelê xwe û xelkê xwe yên bi darê zorê koçberkirî, misoger bikin.”
REQA