Her der Newroz her dem Azadî

Şemî 11 Adar 2023 - 03:25

  • Rêxistin û partiyên Kurd li Amedê deklarasyona Newroza 2023´yan eşkere kir: Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehakê zalim, hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin.  

Pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" wê bêne lidarxistin.

Di deklarasyonê de çalakiyên Newrozê diyarî malbatên mexdûrên erdhejên li Mereşê hate kirin.

Deklarasyon li navçeya Sûr a Amedê li Navenda Çand û Huner a Dîcle Firatê hate eşkerekirin.

KCD, TJA, DBP, HDP, Platforma Jinê ya Yekbûyî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T), Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) mohra xwe danîn binê deklarasyonê.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî Yê KDP-T Mehmet Emîn Gardaş, Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Alî Haydar, ji Tevgera Azadî Cemal Sati beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Newroz, ev hezar sal in weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pêşwazîkirin. Lê belê îsal em bi êşa erdhejê pêşwazî dikin. Em bernameya îsal a Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê dikin."

Aydenîz anî ziman ku Newroz wê li 43 bajaran bê pîrozkirin û agirê destpêkê jî li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bê dadan.” 

 

Desthilata navendî têk çû

Deklerasyona Newrozê bi Kurdî hate amadekirin û Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Wî got, "Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesan kir. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e. Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têdikoşin, piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Li hemberê pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye.    

 

Divê Birêz Ocalan bê berdan

Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehakê zalim, hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîdkirina Birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin da ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne, divê rojekê berî roja din, tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin.

Siyaseta Kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023´yan e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên biqîrin û bibêjin, şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e. Em dibêjin, 'Her der Newroz, her dem Azadî' û em gelê xwe hemûyî dawetî qadên Newrozê dikin."

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.