Her deng tesîrê dike

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 20 Gulan 2023 - 00:54

  • Nûnerê HDP di YSK'ê de Ruştu Tiryaki, bang li hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê kir da ku dengê xwe bi kar bînin û got, her deng tesîrê li encamên hilbijartinê dike. Wî weke nimûne jî got, bi dengên ji derveyî Tirkiyeyê, parlamenterekî Yeşîl Sol Partiyê li Batmanê ji Huda-Parê re çûye. 

REWŞAN DENIZ/FRANKFURT

 

Ji bo dewra duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê dengdan îro dest pê dike û wê 24'ê Gulanê bi dawî bibe. 3 milyon û 416 hilbijêrên qeydkirî yên li derveyî Tirkiyeyê wê 74 welatan û 156 nuqteyan karibin dengê xwe ji sibehê saet 8'an heta 22:00 ê şevê bidin. Li deriyên sînor jî heta 28'ê Gulanê deng wê karibe bê dayîn.

Nûnerê desteya hilbijartinê ya derveyî Tirkiyeyê ya HDP’ê Ruştu Tiryaki bang li hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê kir û got, “Hîna jî em dikarin ya xwe bi ser bixin. Baweriya min bi gelê me yê li Ewrûpayê heye. Em ê ileh û iseh bi ser bikevin”. 

Tiryaki ji rojnameya me re got, “Li Tirkyeyê 14'ê Gulanê hilbijartineke dîrokî pêk hat. Em ê pêvajoya ber bi vê hilbiajrtnê ve, roja hilbijartinê û piştî wê jî gelekî minaqeşe bikin û binirxînin. Em ê bi gelê xwe, kadro û rêveberên partiya xwe re kêmasiyên xwe û şaşîtiyên xwe minaqeşe bikin. Lê em ji bîr nekin, me nehişt ku Erdogan bi rehetî karibe hîna di tûra yekem de bi ser bikeve. Hejmara parlamenterên me kêm bûbe jî, me zehmetiyên ji ber tehlûkeya qedexekirina partiya xwe û ji ber bi navekî nû ketina hilbijartinê, li pey xwe hiştin. Tevî tifaqa xwe, em ê bi herî kêm 65 parlamenteran li parlamenê bin. Karê me neqediyaye.”

 

Em dikarin bi ser bixin

Tiryakî ji bo tura duyem a hilbijartina serokkomariyê jî got, “Em hîna jî dikarin ya xwe bi ser bixin. Em hîna dikarin deriyekê vekin ji bo xwe, da ku em karibin bi hêvî karibin li siberojê binihêrin. Ev yek di destê me de ye. Her hilbijêrê Partiya Çep a Kesk (Yeil Sol Parti) yê ku li derveyî Tirkiyeyê biçe ser sindoqê, wê yekser tesîrê li çarenûsa Tirkiyeyê bike. Fermo va ye nimûneya wê: Li Batmanê bi dengên ji derveyî Tirkiyeyê, parlamenterekî me ji HUDA-PAR'ê re çû. Heger em naxwazin heman tişt bê serê me, lazim e em wî ji sedî 50'ê ku li Ewrûpayê neçû ser sindoqan, ilehî bibin ser sindoqan. Divê em xwe bigihînin her hilbijêrê xwe, her şoreşgerî, her Elewiyî û her muxalifî. Ev karekî heyatî ye ku lazim e em di nava van 3 çar rojan de bibin serî. Erê em dikarin vê bikin. Ez baweriyê bi gelê me yê li Ewrûpayê tînim, em ê ilehî û iseh bi ser bikevin.”

 

Em teqez raya xwe bidin

 

Koordînasyona hilbijartinê ya Derveyî Tirkiyeyê ya Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) li bajarê Elmanyayê Kolnê daxuyaniyek da û ji bo dewra duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê got, “Me bi slogana 'Dengek dîktatorî ji textê wî tîne xwarê' xebata hilbijartinê kir. Di dewra yekê ya hilbijartinê ya 14'ê Gulanê de, me nehişt ku Erdogan û faşîzma bi ser bikeve. Niha di navbera 20 û 24'ê Gulanê de êdî dor dora wê yekê ye ku em bikin Erdogan û faşîzma wî heta hetayê bi bin bikevin. Em bawer dikin ku em ê di dewra diduyê de bi ser bikevin. Bi vê baweriyê em bang li her kesî dikin da ku biçe ser sindoqan, dengê xwe bide, çalak bixebite, kesên li dora xwe jî bixe nava xebatan, da ku em bi hev re bi ser bikevin.”

 

Wesaît hazir in

Ji bo ku hilbijêran bibin ser sindoqan, partiyên di nava tifaqê de, rêxistin, NCDK, mizgeft, cemxaneyan wesaît û maşîn hazir kirine da ku xelkê bibin ser sindoqan. Heger ji bo we zehmet e hûn biîin ser sindoqan, telefonî komîsyonên hilbijartinê yan jî saziyên li nêzî cihê xwe bikin da ku we bibin ser sindoqan.

 

 

Li Brîtanyayê vê carê ji sedî 90

 

Li Ingilîstanê di dewra 1'ê de ji 127 hezar hilbijêrên li Ingilîstanê qeydkirî, tenê 64 hezar û 45’an dengê xwe da. Li vir Kiliçdaroglu ji sedî 79.03'yê dengan wergirt. Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê da zanîn ku ew xebatên dewra duyem a hilbijartinê bi slogana “Em ji nû ve dest pê dikin” û “Dîrokê binivîse” dimeşînin û ji niha heta 24'ê Gulanê li sindoqên London, Manchester, Leicester û Edinbourghê rêjeya dengên ji bo Kiliçdaroglu bigihînin ji sedî 90'î. 

Ji bo ku hilbijêran bibin ser sindoqan heta 24'ê Gulanê  Navenca Civaka Demokratîk, Day-Mer, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane û Komeleya Kirkisrakiyan maşîn û wesaît amade kirine. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.