Piştî du rojên din yanî 27´ê Nîsanê hilbijêrên ji Tirkiyeyê yên li derveyî Tirkiyeyê wê karibin ji bo hilbijartina serokkomartiyê û ya parlameteriyê yên 14´ê Gulanê dengê xwe bidin. Li pirraniya welatên Ewrûpayê dengdan wê heta 9´ê Gulanê dewam bike. 
Koordînasyona Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) a derveyî Tirkiyeyê û nûnertiya Ewrûpayê ya HDP´ê bi hev re kampanyaya seferberiyê ragihandin. 

Em ê bi hev re biguherin

Di daxuyaniyê de îşaret bi slogana Partiya Çep a Kesk “Em li vir in, em ê bi hev re biguherin” hat kirin û hat gotin, li ewrûpayê wan bersiva “Em jî li vir in, em ê bi we re biguherin” daye. Di daxuyaniya koordînasyon û nûneriyê ya hevpar de hatiye gotin, “Em bi dengekî bilind dibêjin: ji bo Partiya Çep a Kesk li derveyî Tirkiyeyê, armanca me 500 hezar deng e. Em dixwazin bi giştî xwe bigihînin 10 milyon dengan.”

Ev armanca 500 hezar deng jî, duqatkirina dengên di 2018´an de ye.

Bibin hevkarê serketinê

Wan bang li her kesî kir da ku bibin hevparê serketina partiya Çep a Kesk a li Ewrûpayê. Di bangê de xisûsên muhim ev in:

  • Divê em hewl bidin dengê xwe bigihînin mirovên din da ku ew jî dengê xwe li dengê me zêde bikin.
  • Ji bo dengdanê tu ne bi tenê yî. Îro hinekî hewl bide, biçe serdana xelkê, bi telefonê bi xelkê re bipeyive û afirîner be.Bi telefonê bi herî kêm 50 kesên li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê re bipeyive û wan ji bo siberojeke demokratîk qaneh bike. Ji wan bixwaze ku dengê xwe li dengê me zêde bikin.
  • Biçe serdana cîrana/ê xwe û ji bo siberoja demokratîk ji wê/wî deng bixwaze.
  • Tu nikaribî biçî serdanê, nameyekê biavêje qutiya wê/wî ya postê.
  • Bila li hawîrdora te ti kes nemîne ku te di nava rojê de telefonî nekiribe, peyam jê re neşandibe û doza dengê wê/wî nekiribe.
  • Dengê me bigihîne herî kêm 50 kesan.
  • Dengan bidin Partiya Çep a Kesk.

NAVENDA NÛÇEYAN