Her çar salan carekê; Diyarname 29 Reşemî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:05

Edîtorê malpera Diyarnameyê Zekî Ozmen da zanîn ku ew ê rojnameya bi navê “Diyarname 29 Reşemî” her çar salan carekê derbixin. Hejmara ewil ya rojnameyê ew ê 29’ê meha Sibatê (îro) were weşandin.

Malpera Diyarname ev deme dirêje bi zimanê Kurdî weşanê dike. Gelek nivîskarên Kurd jî di malperê de dinivîsin. Her wiha malper nûçeyan jî diweşîne.

Zekî Ozmen di derbarê “Diyarname 29 Reşemî” de got;

Tenê her çar salan carekî roja 29ê reşemiyê/sibatê heye. Rojnameya ‘Diyarname 29 Reşemî’ jî wê her çar sal carekî di wê rojê de derkeve. Ev pêncşem ew roj e. Hejmara ewilî ya rojnameyê wê vê pêncşemê were weşandin. Malpera jî weke berê bi awayekî asayî dewam dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.