Hengkujên Monet ruhê insanan baş dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Gulan 2023 - 03:25

Li gorî lêkolîneke ku li Awusturyayê bi encam bûye, nihêrîna li tabloya “Nympheas en Fleur” (Nîlûfer yan jî Hengkuj) yê şêwekar Claude Monet ji ruhên insanan re gelek baş e. Ev tabloyê “Nîlûfer” ku niha li Ingilistanê ye, sala 2018’an bi 84,6 milyon dolarî hatibû firotin.

Lêkolîna ku derheqê tabloyê de bi encam bûye li Zanîngeha Viyanayê hatiye kirin. Lêkoleran tabloya Monet bi riya telefon û kompûtûran nîşanî komoke ji 240 kesî daye. Kesên di komê de bi riya anketan bersiv dane hin pirsan. Ev pirs derbarê ruhîyeta wan de bûne. Bersivên van pirsan li gorî beriya dîtina tabloyê û piştî dîtina wê guherîne. Her wiha li gorî encamên lêkolînê, dema mirov tabloyê bi awayekî online, tenê 2 deqîqeyan dibîne jî dîsa tesîrê li ser ruhê insanan dike û xelkê di bin bandora xwe de dihêle. Ev tesîreke baş e, ne xerab e. 

Ev lêkolîn her wiha nîşan dide, bêyî ku mirov here muzexaneyan yan jî pêşangehan, bi riya medyaya dîjîtal jî dikare ji hunerê sûdê bigire. 

MacKenzie Trupp, ku li Zanîngeha Viyanayê di beşa Psîkolojiyê de akademisyen e, da zanîn ku encamên lêkolîna wan di kovara “Computers in Human Behavior" de hatine weşandin.

Şêwekarê Fransî Claude Monet baxçeyê xwe yê Giverny bi nîlûferan xemilandibû û gelek caran nîlûferên baxçeyê xwe resmandibûn. Monet, her wiha yek ji pêşengên împresyonîzmê bû jî û wî tabloyên xwe bi vî şêweyî çêkiribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.