Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava, bi dirûşma "Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dikin çolistan û cihê erdhejê, em ê daristanan ava bikin" hemleyek da destpêkirin. Hemle îro dest pê dike û dê heta 4′ê Nîsanê bidome.
Platformê li pêşiya Parka Şehîdan a li taxa Qenat Siwês a Qamişloyê daxuyanî da. Endama Komîteya Jîngehê ya Kongra Star Rîhan Temo û endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Gulê Murad daxuyanî xwendin.
Wan got, “Bi dirûşma ‘Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dikin çolistan û cihê erdhejê em ê daristanan ava bikin’ em ê dest bi hemleya xwe ya ekolojîk di 15′ê Sibatê (roja dîlgirtina Rêber Ocalan) heta 4′ê Nîsanê (roja jidayikbûna Rêber Ocalan) bikin.”
Wan da zanîn ku armanca wan “parastina jîngehê” û “nûkirina wê bi rêbazeke aştiyane” ye. wan got, ew bi hemleyê dixwazin her wiha pergala Îmraliyê bişikînin: “Rêber Ocalan xwest zindî di hevsengiyeke demokratîk de li vê erdê bijîn. Em fikir û felsefeya Rêber Ocalan di belavkirian îdeolojiya jîngehê de û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fizîkî ji xwe re dikin esas.”
Di nava plansaziya heyî de organîzekirina rêzesemîner û perwerdeyên li komîn, gund ,navçe û saziyan hene. Wekî din ev xisûsên li jêr derdikevin pêş:
* Li hin dibistanan, semînerên der barê ekolojiyê de dê werin dayîn.
* Weke dwama çandina darên fêkî, bi gel re wê li Amûdê bexçeyê darên fêkî were avakirin.
* Li cihê şehîdkirina jinên têkoşer, wê darên tûyan werin çandin.
* Bi tensîqa di navbera desteya şaredariyan, karê perwerdê û zanîngeha Rojava de 3 hezar dar dê werin çandin.
* Komîteya aborî ya Kongra Star, dê 3 hezar û 800 darên fêkî biçîne.
* Li çend deriyên sînor, TEV-DEM dê daran biçîne.
* Foruma jinan bi pêşengiya desteya şaredarî ê jîngehê dê bê lidarxistin.
ANHA/QAMIŞLO