Hemîdo û asîmîlekirina bajarên Kurdan

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 6 Îlon 2021 - 05:06

Çil sal emrek e, de bila nîv emr be. Çi diqewime di vî nîvemrî de? Çi dikare biqewime? 17´ê Nîsana 1978´an ji mala şaredarê Meletiyê Hemîdo (Hamit Fendoglu) re nameyeke qutî hat şandin, qutiyeke bombekirî. Gava wî ev qutî vekir, tevî wî du neviyên wî û bûka wî jî hatin kuştin. Hemîdo Kurd bû. Lê îro em berê xwe bidine çavkaniyên hêsanî peyda dibin, ew ê behsa kurdbûna wî nekin. Ji bo wan, ew tenê şaredarê Meletiyê yê muhafezekar ê ji Partiya Edaletê (AP) ye. Di gotara Mehmed Mazlum Çelik a 30´ê Nîsana 2021´ê ya ji bo "The Independent Turkçe" bi xwe de jî, yek cara tenê behsa Kurdbûna wî nayê kirin.

Alîgirên wî piştî kuştina wî, ji gund û navçeyan daketin nava bajêr û gelek dever û nexasim dikan xira kirin. Îro jî bûyera kuştina wî weke bûyereke fail nediyar maye. Belkî em bi jibereke giştî bibêjin, qatil dewleta Tirk e. Lê ew qatil ne tenê qatilê Hemîdo ye. Piştî bûyeran, Elewî li bajêr hatin qelskirin û pê re jî Kurd. Kurdên Sunî ketin ber çerxa propagandaya dewletê ya dînî, Kurdên Elewî jî ketin ber bayekî din, nasnameya wan a Kurd heta Elewî jî stewr bû. Îro li Meletiyê Kurd tenê hindikahî ne. Bajarê ku beriya bi 40 salan Kurd bû, îro ne Kurd e.
Ez ê paşê bêhtir bi berferehî behsa wê bikim, û kite bi kite pê dakevim, ka kuştina Hemîdo di çapemeniya dinyayê de çawa hatibû dîtin. Serê pêşî jî berê xwe bidim nûçeya ORF´ê (Radyo televizyona Awusturyayê ya fermî) ku bi nûçegihanekî ji Tirkiyê bûyerê dide şirovekirin. Li vir nûçe û bûyer bi serê xwe wê bala min nekişînin, lê terîf û binavkirinên qewmî yên bajaran, şiroveya siyasî ku Kurdistanê eşkere ji Tirkiyeyê vediqetîne ji bo min muhim in.

Di wê nûçeya di ORF´ê de, Meletî weke bajarekî Kurdan tê binavkirin, tevî bajarên cîran Mereş û Entabê. Şiroveya sereke ya nûçegihan ew e ku rast e di nava Kurdan de jî tevgerên çepgir û rastgir hene, lê di vê meseleyê de ya li pêş Kurdbûna wan e û ew bêhtir ji bo berferehkirina mafên xwe helwêstên xwe yên siyasî diyar dikin. 

Çawa min gotî, ez gotareke berfereh li ser dîtina bûyerê di çapemeniya Ewrûpî de ji bo PolitikArt a bi Kurmancî a bê, dinivîsim. Lê niha tişta ku dixwazim bibêjim yan jî bipirsim heye: Çawa dibe di nava çil salan de sê bajarên Kurdan dibin sê bajarên ku Kurd lê hindikahî ne? Çil sal çawa dikarin demografiya sê bajarên mezin biguherin? Gelo xelkê wan bar kir û çûn yan asîmîle bûn, yan jî stratejiyeke dualî kir ku qismek koçber bibe, qismek jî di ser dijberiyên çêkirî re nasnameyeke nû bibijêre?

Gava em berê xwe didin meseleya kuştina Hemîdo û paşê berê xwe didin komkujiya Mereşê (Kanûna 1978´an), em dibînin ku stratejiyeke dualî hatiye meşandin. Stratejiyên wisa jî bêyî plansaziyeke bi saziyên pispor û amadekariyên lazim, naçin serî. Di vê mijarê de jî ya ku karibe plansaziyeke wisa bike dewleta Tirk û saziyên wê yên şer bi xwe ne. Heger wisa be, armanca wan eşkere ew bû ku ev bajarên Kurdan bibin bajarên Kurd lê hindik in û Kurd lê helwêstên xwe yên siyasî li gorî Kurdbûna xwe êdî diyar nekin. Diyar e ku ev hesab li Meletî, Entab û Mereşê têra xwe çûye serî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.