Hem nivîskar hem derhêner in

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 00:45

  • Şanogerên jin en ku beşdarî Mihrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bûne bi lîstikên xwe nîşan didin ku jin di warê şanoyê de dikarin senaryoyan binivisînin û derhêneriyê bikin. Her wiha jinên şanoger diyar dikin ku ew ê bi riya şanoyê şoreşa jinê geştir bikin.

BERÇEM CÛDÎ / NÛJINHA / KOBANÊ

3’emîn Mihrîcana Arîn Bisik û Zulfên Aştiyê ye di bin dirûşma “Şano nasnameya hişmendiya civakê ye” ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Firatê û TEV-ÇAND de hatiye birêxistinkirin, bi pêşandana şanoyên cur be cur dewam dike.

Mihrîcana ku ji 5’ê Cotmehê de dest pê kir şanoger ji gelek pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Kobanê û bi taybet li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido anîn gel hev. Heta niha şanoyên Komîdya 7 roja ya Reqayê, Serpêhateya Mamlok Cabir ya Hesekê, Mûm û Çira ya Hesekê û Guhertin ya Kobanê hatin nîşandan. Ew ê bi dorê komên ji Heleb, Kobanê, Hesekê, Reqa, Minbic û Efrînê şanoyên xwe nîşan bidi nû ew ê mihrîcan heta 11’ê Cotmehê dewam bike.

Di mihrîcana 2024’an de mohra jinan

Mihrîcana ku ev 3 sal in ango ji 2021’an de tê li darxistin, her sal bi guhertinên nû re rû bi rû tê. Îsal ya balkêş ew e ku beşdarbûna komên xweser yên navendên Tevgera Hîlala Zêrîn, her wiha hebûna şanoyên bi nivîskarî û derhênertiya jinan e. Şanoya Çeper bi derhênertiya Rûmet Hemto, Mûm û Çira ya bajarê Hesekê bi nivîsandina sînaryo û derhênertiya Fatma Ehmed û Guhertin bi derhênertiya Pêrwa Kenan hatin pêşandan. Li aliyekî din ji 11 şanoyan 3 şano mijarên xwe dispêrin şoreş, berxwedanî, têkoşîn, tundî û qirkirina jinan li ser dikê hatin lîstin.

Jin di şanoyê de pêş dikevin

Di vê derbarê de hevseroka Tevgera Çand û Hûner ya kantona Firatê Emîne Hisên dibêje: “Mirîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê di roja salvegera pêşeng û têkoşer Arîn Mîrkan de destpê kir ku heta niha bi atmosfereke coş û serkeftî dewam dike. Di rojên borî de gelek kom derketin ser dikê û dikaribûn berhemên xwe bi temaşevanan re parvekirin. Yek ji xalên herî balkêş îsal ku em heta dikarin weke destkeftiyeke jinan binirxînin ku komên xweser yên jinan beşdar dibin, her wiha nivîskar û derhêner jî jin in. Heta niha du şanoyên bi derhênertiya jinan hatine pêşandan, li gor nirxandinên derketî û şahîdiya me jî kiriye hatin ecibandin û serkeftî hatin destgirtin ku di warê naverok û peyamên hatine dayîn de dewlemend bûn.”

Hezkirina û teşwîqkirina hunerê

Emîne Hisên da zanîn ku bi teyisandina hunera şanoyê re veguhertina civakê jî pêkan e: “Dema ku me biryara birêxistinkirina mihrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê girt, armanc jê ew bû ku em di nava civakê de hezkirin û teşwîqa ji hemû beşên hunerê re pêş bixin. Bi taybet jî şano ku em weke dayîka hûnerê digirin dest, gelek girîng e ku zemînek xûrt jê re were avakirin. Şano jî xwedî taybetmendiyên wiha ye ku mirov dikare bi riya wê gelek peyamên girîng bide. Ji warê hişyarî, perwerde, rexne, rexnedayîn, parvekirina pirsgirêk û nakokiyan, li beramberî wê çareserî jî vegotin. Ji xwe di van şanoyên ku heta niha heta pêşkêşkirin û dewam dikin jî, em vê yekê dibînin.”

Jin dikarin binivisînin û derhênertî bikin

Pêrwa Kenan ku derhênertiya şanoya Guhertin ya navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê kir, wiha behsa ezmûna xwe dike: “Ez şanoger û mamosteya şanoyê me jî, min xwest weke jin îsal di dewreya sêyemîn ya mihrîcanê de bikarbin bi xebateke serbixwe beşdar bibin û diyar bikin ku jin jî dikarin senaryoyan binvîsin û derhêneriyê jî bikin. Bi vê gavê re me dikarbû ew qeyd û bendên ku xwe dispêrin hişmendiya paşverû ya civakê ya derketina jinan li ser dikeyan şerm dibînin bişkînin. Me bi riya şanoya xwe dikaribû du peymanên cuda bidin. Ji aliyekî ve mijara şanoyê ku me pirsgirêka zewaca jinan ya bi darê zorê û li ser bingehê berjewendiyan pêk tê vegot. Her wisa me diyar kir ku jin dikarin mijarên şanoyan bibînin û derhêneriyê jî bikin.”

Bi şanoyê şoreşa jinan misogar dikin

Pêrwa Kenan da diyarkirin ku her jineke ji şoreşa xwe bawer bi roleke cuda ya parastina wê radibe, ew ê jî weke şanoger bi hunera xwe şoreşa jinê pêş bixin: “Li Rojavayê Kurdistan, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em di pêvajoya şoreşa jinê de dijîn. Bi qasî ku berxwedan û têkoşîna jinan heye, em dibînin ku êrîş û hewildanên çewisandina destkeftiyên jinê jî hene. Di vî warî de em behsa pergala mêr-dewlet û hişmendiya civaka paşverû jî dikin. Em jî weke şanoger xwe li hember misogerkirina şoreşa jin berpirsyar dibînin. Lewra jî emê bi senaryo, derhênerî û şanoyên xwe bibin parçeyek ji têkoşîna jinan ya hevpar.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.