Hem dagirker e hem sextekar e

În 24 Hezîran 2022 - 22:24

  • Di 17'ê Mijdara 2016'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi qeyûm Mûstafa Yaman hatibû dagirkirin. Hingê qeyûm bi sedan karker û xebatkarên şaredariyê ji kar derxistibûn.

Li gorî nûçeya Ahmet Kanbal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re hazir kiriye, Qeyûmê qeyûmê ku li ser navê dewleta Tirk şaredariya Mêrdînê dagir kiriye, di belgeyên fermî de sextekarî kiriye, da ku 7 xebatkarên şaredariyê ji kar derxe. 

Di 17'ê Mijdara 2016'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi qeyûm Mûstafa Yaman hatibû dagirkirin. Hingê qeyûm bi sedan karker û xebatkarên şaredariyê ji kar derxistibûn. Piştî vê, gelek karkeran miracaetî dadgehê kiribû û derbarê wan de biryara vegera ser kar hatibû dayîn. Doza hin karkeran jî hîna didome. Lê belê di doza karkerekî de derket holê ku qeyûm sextekarî kiriye. Karkerekî li Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê xebitiye di Adara 2017'an de ji kar hatiye derxistin. Wî ji bo vegere ser karê xwe doz vekiriye, lê di doza wî de derketiye holê ku rêvebiriya qeyûm, di ewraqan de sextekarî kiriye. Ev sextekarî jî bi rapora kesên pispor hatiye piştrastkirin. 

Belgeya sexte çêkirine 

Rêveberiya qeyûm 8'ê Adara 2017'an bi îdiaya "pir neçûne kar" 7 karker ji kar derxistin. Zabitnameya "bêdewamiyê" jî ji aliyê "Koordînatoriya Ewlehiyê" ya qeyûm  ve hatiye çêkirin. 

Karkerekî timî çûye kar, Emrullah Karagoz berê xwe daye dadgehê. Di dozê de rapora pispor hatiye amadekirin. Di rapora pispor de diyar dibe ku şaredariyê di sala 2018'an de dest bi pergaleke nû kiriye û qeydên Pergala Kontrolkirina Personalan (PARKOTEK) hatiye vekolandin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku piştî lêkolînan, derketiye holê ku personelê ku tê gotin di demên cihê de neçûye kar, qeydên wî yên çûna kar hatine tespîtkirin. 

Dadgehê derbarê dozdar Emrûllah Karagoz de biryara vegera ser kar daye û Karagoz jî bi hinceta ku sextekarî hatiye kirin giliyê rayedarên wê demê kiriye. Piştî vê, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî ji bo tespîtkirina kesên ku ew belgeyên sexte çêkirine 

Axir, niha dozgeriyê bi tohmeta amadekirina belgeyên sexte doz li Mehmet Y. vekiriye ku di zabitnameyan de "Koordînatorê Ewlehiyê" ye. Wî gotiye, ne wî zabitname amadekirine. Ne wî amadekiribin, qeyûmê dagirker amade kirine. Li gorî nûçeya MA´yê biryara lêpirsîna li dijî Mehmet Y. hatiye dayîn. 

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.