Heyeta Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Kesk ku bi rayedarên CPT’yê yên Tirkiyeyê re der barê tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan de hevdîtin kir, bersiva “Mixabin em nikarin ji Tirkiyeyê nêzîkatiyeke erênî bibînin” wergirt.

Ji 25'ê Adara 2021'ê ve ji Abdullah Ocalan û Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên girtin, ti agahî nîne. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê bi hezaran miracaet hatin kirin. Hevdîtin bi hinceta "cezayên disîplînê" tên astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) ragihand ku li gel pirs, çalakî û israran, ew di îlona 2022’yan de çûn Girava Îmraliyê û eşkere nekir ka bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.

Rapora der barê serdanê de di civîna lijneya giştî ya 110’an a di navbera 6-10’ê Adarê de li Strasboûrgê, ji aliyê komîteyê ve hat qebûlkirin. CPT'yê rapora xwe ya 32'yan a Giştî ya di navbera 1'ê Çile û 31'ê Kanûna 2022'yan de weşand. CPT’ê di raporê de diyar kir ku serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye, CPT’ê têkildarî rewşa Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî neda. Di raporê de hat ragihandin ku CPT di sala 2022'yan de 16 serdan (bi giştî 140 roj) li welatên endamên Konseya Ewropayê pêk aniye, 7 serdanên perîyodîk û 9 serdanên "ad hoc (serdanên taybet ên di bernameyê de nînin)" pêk hatine.

Her çendî gotina wan a çûyîna Îmraliyê girîng bû jî, lê nedana daxuyaniya wan a derbarê vê rapora serdana awarte de, negot ka bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye yan na, hem di nav Gelê Kurd û hem jî parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî de bû sedema nerazîbûnan. CPT ya ku di destpêka Adarê de rapor qebûl kir û şand Tirkiyeyê, der barê eşkerekirina raporê û parvekirina agahiyan de bal bire ser rayedarên Tirk.

 

Dîsa benê xwe dan destê Tirkiyeyê

Dema ku çalakiyên komploya 9’ê Cotmehê li Konseya Ewrûpayê û 74 welatan re dewam dikirin, parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Kesk, Endamê Konseya Ewrûpayê Berdan Ozturk û nûnerê HDP´ê yê Konseya Ewrûpayê Fayik Yagîzay jî weke heyetekê bi CPT'yê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de hat dîtin ku rayedarên CPT'yê yên ku Tirkiyeyê dişopînin, gotine rewşeke ji hevdîtinên berê cuda derneketine holê. Hate diyarkirin ku CPT’yê careke din gotiye, divê Tirkiye ji bo parvekirina raporê erê bike û got: “Ji bo rakirina tecrîdê, em bi rayedarên din ên Konseya Ewrûpayê re jî hevdîtinan dikin. Em ji bo vê dixebitin û di nava diyalogê de ne. Mixabin em nikarin derbarê parvekirina raporê û tecrîdê de helwêsteke erênî ya Tirkiyeyê bibînin."

STRASBOURG