Helebce nayê jibîrkirin

Çarşem 15 Adar 2023 - 23:27

  • KCK’ê komkujiya Helebceyê şermezar kir û got "Komkujiya Helebceyê komkujiyeke welê ye ku di çarçoveya pîlana qirkirina Kurdan de hate kirin."

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya salvegera Qetlîama Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got, “Em Komkujiya Helebceyê ya ku yek ji mezintirîn komkujiya dîroka mirovahiyê ye, di salvegera wê ya 35’emîn de careke din şermezar dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Kesên ku di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd in. Gelê Kurdistanê wê Helebce û bi hezaran kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane ti carî ji bîr nake. 

Ev komkujî pîlana qirkirinê bû

Komkujiya Helebceyê komkujiyeke wisa ye ku di çarçoveya pîlana qirkirina Kurdan de hatiye kirin. Di sedsala 20’emîn de hêzên emperyalîst û dewletên mêtinger ên qirker li hev kirin û Kurdistan parçekirin. Kurdistan bi Peymana Lozanê hat parçekirin û gelê Kurd xistin nava pêvajoya înkar û îmhayê. Di vê sedsalê de hêzên mêtinger ên qirker li Kurdistanê bi dehan komkujî kirin û bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Ziman, nasname û hebûna Kurdan hate înkarkirin. Komkujiya Helebceyê ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş e, yek ji van komkujiyan e. Komkujiya Helebceyê di çarçoveya pîlana tunekirina Kurdan de ya ku jê re Enfal jî tê gotin, hat kirin. Ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bi hezaran mirov xeniqîn û şewitîn. 

AKP-MHP qirkirinê didomîne

Li gel ku Komkujiya Helebceyê li ber çavên dinyayê pêk hat jî tu kesî îtîraz nekir û nerazîbûn nîşan neda. Hêzên modernîteya kapîtalîst li ser berjewendiyan têkilî bi hêzên qirker re danîn û ji ber vê li hemberî komkujiyên li ser Kurdan bêdeng mane. Ev bêhelwestiya hêzên modernîteya kapîtalîst a li hemberî polîtîkayên qirkirin û qetlîamên Kurdan îro jî didome. Tevî ku tê zanîn dewleta Tirk a qirker û mêtinger çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi kar anî, lê hemû dewlet bi taybetî DYE û dewletên Ewropayê bêdeng in û li gel vê rewşê her cure têkiliyê bi dewleta Tirk re datînin.

Dewletên dinyayê ne tenê li hemberî çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, li hemberî dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê, êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê, bombebarana rojane ya li ser erdnîgariya Kurdistanê, guhertina demografiyê, girtina Kurdan û talanê jî bêdeng in. Ev helwesta dewletan  desteka ji polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan e.  Desthilatdariya AKP-MHP'ê Komkujiya Helebceyê didomîne. Ji ber vê yekê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku qirkirina Kurdan didomîne, bîranîn û fêmkirina Komkujiya Helepçeyê wê rasttir û watedartir be. 

Divê ti kes nebe hevkarê AKP-MHP’ê

Di nava Kurdan de yên ku bi AKP-MHP’ê re dikevin nava têkiliyên hevkariyê hene. Ev tê vê wateyê ku kesên têkiliyê bi AKP û MHP’ê re datînin, bi Komkujiya Helepçeyê ne. Tu wateyeke din tune.  Gelê Kurd bi vî rengî dizane û wisa dinirxîne. Li hemberî AKP-MHP’ê ya ku li dijî Kurdan e, tenê tiştek heye ku Kurd dikarin bike; têkoşîna li dijî AKP-MHP'ê.

Gelê Kurdistanê bi xurtkirina yekîtiya xwe û bilindkirina têkoşîna azadiyê dikare li hemberî komkujiyan be û polîtîkaya komkujiyê pûç bike. Di Salvegera 35’emîn a Komkujiya Helebçeyê de tişta herî watedar û rast ew e ku li dijî xeta hevkar û teslîmiyetê û ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd xebat were kirin. Divê hemû welatparêzên Kurdistanê bi vê hişmendî û armancê tevbigerin.

Divê gel hevgirtina xwe bidomîne

Di 6’ê Sibatê de li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê erdhejeke mezin çêbû. Di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Heta niha gelê me di nava hevgirtineke mezin de ye. Pêwîst e heta avakirina qadên erdhejê divê gelê me hevgirtina xwe pêş bixe û bidomîne.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.