Helebce birîna Kurdan e

În 17 Adar 2023 - 00:41

  • Ji bo şehîdên Helebceyê doh saet 10:55’an li gelek deverên Kurdistanê nexasim jî Başûrê Kurdistanê, xelkê rêz girt û bi çalakiyên cihê qirkirin û şehîdên wê bi bîr anîn. Helebceyiyan merasîmên hikûmeta Hewlêrê boykot kirin. 

Bi wesîleya salvegera komkujiya kîmyabarana 16’ê Adara 1988’an li Helebceyê çalakiyên bîranînê û protestoyî tên lidarxistin.

Li Başûrê Kurdistanê û gelek herêman ji bo bîranîna şehîdên Helebceyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Gel û kedkaran saet di 10:55’an de li bazar, kolan û saziyan şehîdên Helebceyê bi deqîqeyek rêzgirtinê bi bîr anîn.

Saziyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe rawestandin û şehîdên Helebceyê bi 5 deqîqe rêzgirtinê bibîr anîn.

 

Xelkê merasîm boykot kir

Xizmên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê merasîma bîranînê yê hikûmetê boykot kirin û diyar kirin ku divê hikûmet li şûna merasîma bîranînê, xizmeta bajêr bike û birînên komkujiyê derman bike.

Gel beşdarî merasîma ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû organîzekirin nebûn û çûn serdana Şehîdgeha Helebce û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Dema xelkê Helebce daxwaza xizmetguzariyê ji hikûmetê dikirin, ragihandin ku eger bersiva daxwazên wan neyê dayîn wê di dawiya meha Remezanê de careke din dest bi xwepêşandanan bikin.

 

Ev erkeke me ya exlaqî ye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî bi boneya salvegera komkujiya Helebceyê li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku Helebce weke parêzgehekê qebûlkirin erkekî exlaqî ye.

Sûdanî got, "Erka sereke ya hikûmeta me ye ku xizmetê bide bajarên ku rastî zilmê hatine. Îro careke din me Komkujiya Helebceyê ku yek ji mezintirîn sûcên rejîma dîktator li dijî mirovahiyê ye, bi bîr anî.”

Sûdanî her wiha di peyama xwe de got, “Ez dubare dikim. Biryara desteya wezîran a dengdana li ser pêşnûme qanûna li ser bûyîna parêzgehkirina Helebceyê, beriya her tiştî erkekî exlaqî ye."

 

Doh Helebce îro jî Zapê

Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi wesîleya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û got;“Bêdengiya dewlet û partiyên siyasî yên Kurd nîşan dide ku hevparê vî sûcî ne. Weke xelkê Mexmûrê em li cem xelkê Helebceyê ne. Em bang li her kesî dikin da ku li hemberî van qetlîamên li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin. Duoh Helebce, îro jî Zap rastî êrişa kîmyewî hatin û tên. Weke Meclîsa Gel a Mexmûrê em Komkujiya Helebceyê şermezar dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.