Helbestvan Reşo wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Hezîran 2024 - 01:05

Helbestvanê Kurd Îbrahîm Reşo (Şevger) li bajarê Hesekê di temenê xwe yê 94 salî de wefat kir.

Îbrahîm Reşo di 1930ˊê de li Bakurê Kurdistanê hate dinê, dûre tevî malbata xwe hatin Rojava û li gundê Sêsedê yê bakurê rojhilatê Hesekê mezin bû û piştre çû Hesekê.

Qonaxa seretayî û xwendina olî li ser destên oldaran xwendiye. Ji ciwantiya xwe de dest bi nivîsîna helbesta Kurdî kir. gelek helbest nivîsandin û di gelek boneyan de xwendin û dîwaneke wî bi navê Ronahî hatiye çapkirin.

Helbestvan Îbrahîm Reşo bavê endamê Hêzên Asayîşê Şêrko Îbrahîm Reşo ye ku di 3ˊyê Mijdara 2019ˊan de li herêma Til Hemîsê dema li ser erka xwe şehîd bûbû, ye.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.