Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê îsal di 1`ê Mijdarê de li dar dikeve. Narîman Evdikê got, wan îsal temaya mihrîcanê weke ‘Melayê Cizîrî’ diyar kiriye û di pêşbirkê de tenê helbest dê bên qebûlkirin.
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 7’an dikin. Komîteya amadekar a mihrîcanê şert û mercên beşdarbûna pêşbirka mihrîcanê ragihandin.
Her sal Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê di 11`ê Cotmehê de tê lidarxistin, lê îsal dê di 1`ê Mijdarê de were lidarxistin.
Têkildarî mijarê berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê da zanîn ku wan ji ber rasthatina salvegera dagirkirina Serêkaniyê (9`ê Cotmehê) û salvegera şehadeta Hevrîn Xelef (12`ê Cotmehê), dema lidarxistina mihrîcanê bi paş xistiye.
Narîman Evdikê got, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hin alî li ser Melayê Cizîrî rapor û lêkolînên nerast diweşînin û hewldanên dûrxistina wî ji kurdbûnê hene, ji lew re wan sala 2023`yan li Rojavayê Kurdistanê kiriye sala Melayê Cizîrî.
Pirtûkxaneyeke Osman Sebrî
Berhemên ku dê di pêşbirkê de serkeftî bin, dê li ser navê `Weşanên Mihrîcana Osman Sebrî` bên çapkirin û belavkirin. Ev gav ji bo avakirina pirtûkxaneyeke bi navê Osman Sebrî ye.
Narîman Evdikê da zanîn ku îsal xelat wê li ser 3 astan bên dayên: helbestvanê/a yekemîn diyariyeke darayî tevî gelek pirtûk, diyariyên astên duyemîn û sêyemîn jî wê pirtûkan wergirin.
Narîman Evdikê got, Mihrîcan dê li Qamişloyl li dar bikeve, lê wan hîna bernameya mihrîcanê diyar nekiriye.
Şertên pêşbirkê jî ev in:
Mihrîcan li ser asta Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Pêşbirka mihrîcanê tenê ji bo helbestan e. Her kes dikare bi berhemekê beşdar bibe û temenê wê/wî divê ne kêmî 18`an be. Divê berhem li ti deran nehatibin weşandin. Heta 1`ê Îlona 2023’yan dê berhem bên qebûlkirin.
Beşdar dikarin berhemên xwe ji van peywendiyên li jêr re bişînin:
E-mail: f.osmansebri20@gmail.com
Hejmara Whatsappê: (00963) 937465219 e.
ANHA/QAMIŞLO