Helbestên Selîm Temo wergerandin Ingilîzî

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Hezîran 2024 - 00:53

Weşanên Pinsapo ku navenda wê li New Yorkê ye 21 helbestên bi Kurdî yên helbestvan Selîm Temo di pirtûka bi navê “Nightlands” de kom kir û pirtûk weşand. Li gel helbestên Ingilîzî helbestên bi Kurdî yên resen jî hatine bi cih kirin.

Derhêneriya giştî ya pirtûka “Nightlands” ji hêla Öykü Tekten ve bi rêve çûye. Öykü Tekten di heman demê de yek ji avakarê Weşanên Pinsapo ye. Pirtûka Selîm Temo ya bi Ingilîzî pirtûka ewil a “Rêzeberhemên Helbesta Nûjan a Kurdî” ye û ew ê weşanxane wekî din jî helbestên bi Kurdî wergerîne zimanê Ingilîzî.

Helbestên Selîm Temo heta niha bi zimanê Elmanî, Erebî, Azerî, Baskî, Danî, Ermenkî, Farsî, Flamenî, Fransî, Sapanyolî, Îtalyanî û Japonî hatine wergerandin. Her wiha hin helbestên wî jî bi şêwezarên Soranî û Kirmanckî hatine wergerandin û çapkirin.

Alana Marie Levinson LaBrosse û Zêdan Xelef helbestên Selîm Temo wergerandine zimanê Ingilîzî. Weşanxaneya Pinaspo da zanîn ku heman pirtûk ji bo zimanê Spanyolî jî tê hazirkirin û got; “Em ê rêzeberhemên xwe yên Helbesta Kurdî ya Nûjen bi helbestvanên din dewlemendtir bikin.”

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.