Helbest û çîrokan bişînin ji çalakiyên Huseyîn Çelebî re

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 21:03

  • Weke komîteya amadekar, em bang li her kesî dikin ku bi berhemên xwe yên wêjeyî bi awayekî çalak tevlî şahiya Huseyîn Çelebî bibin.

Çalakiyên Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’yan û vir ve her sal weke rêûresmekê tê lidarxistin, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ve tê lidarxistin.

Ji bo pêşbirkê, komîteya amadekariyê agahdariyek belav kir.

Di agahdariyê de hat gotin; “Weke komîteya amadekar, em bang li her kesî dikin ku bi berhemên xwe yên wêjeyî bi awayekî çalak tevlî şahiya Huseyîn Çelebî bibin. Ji bo pêşkêşkirina bernameya wêjeyî û hunerî ya herî dewlemend, bila her kes tevlî bibe. Şahiya îsal wê ji du beşan pêk were; Helbest û kurteçîrok. Berhemên wêjeyî bi Kurdî, Tirkî û Elmanî dikarin bên nivîsandin.”

Berhemên hatî nivîsandin bi rêya e-maîl û posteyê ji van navnîşanên li jêr re tê şandin;

E-mail: huseyincelebi2022@protonmail.com

Navnîşana postê:

Postfach 15 01 32
70075 Stuttgart

Mohleta radestkirina berheman weke heta 14’ê Tebaxa 2022’yan hatiye diyarkirin.

Wê cih û dîroka şahî û merasîma xelatdayîna çalakiyên wêjeyê di hefteyên pêş de bên diyarkirin.

ANF/ELMANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.