Hekem Xelo wefat kir
Yekşem 5 Adar 2023 - 16:24
Hevserokê berê yê Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û Endamê Meclîsa Rûspiyên Herêma Cizîrê, Hekem Xelo wefat kir.
Hekem Xelo ji ber ku celta dil, sibehê rakirin nexweşxaneyeke li Qamişloyê. Hekem Xelo li nexweşxaneyê ji ber ku dilê wî sekinî, wefat kir.
Hekem Xelo di destpêka damezrandina Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîr de hevserokatî ji meclîsê re kiribû.
Her wiha yek ji kesên destpêkê bû ku Hevpeymana Civakî ya Herêma Cizîrê ji nû ve saz kir.
QAMIŞLO