Hejmara 19’an a ‘Psychology Kurdî’ derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Îlon 2024 - 00:20

Kovara “Psychology Kurdî” ji sala 2016’an ve ji çar mehan carekê tê weşandin. Her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur. Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng bi dosyeyeke bi navê ‘Medya û Derûnnasî’yê. Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur li ser medya û derûnnasiyê pêşberî xwînerên xwe ye.

Naveroka vê hejmarê bi vî awayî ye:

Li Tirkiyeyê Bandora Derûnî ya Erdheja 2023’an

Jan Ilhan Kizilhan, Johanna Neumann, Siyabend Aslan, Erdal Aladağ, Abdulsamet Dogan, Abdullatif Meşe, Ahmet Bekisoglu, Thomas Wenzel

Wergera ji îngilîzî: Abdulsittar Ozmen

Bengîtiyên Dîjîtal û Bêpergaliyên Derûnî yên Modern

Azad Dildar

Çima Çapemenî Her Tim di Çalê de ye?

Ali Duran Topuz

Rojnamegerên Kurd li ser Ragihandina Bûyerên Trawmatîk Diaxivin

Psychology Kurdî

Di Jiyana Perwerdehiyê de Sûdwergirtina Xwendekaran ji Medyaya Civakî

Enver İleri

Mafên Zarokan û Medya

Gülperi Gündüz

Hevpeyvîn bi Cemal Dindar re

Wergera ji tirkî: Ali Akan

Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê birêvebirin. Xwendevan dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.