Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ya ku li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kir, di hefteya sêyemîn de ye. 

Di çarçoveya pêngava "Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn e, her der Zap e, her der Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin.

Çalakiya ku 12'ê Gulanê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir, li gel Nobeda Azadiyê dewam dike ku ev çalakî jî neh sal in li dijî tecrîdê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Çalakiya ku hate plankirin çar hefteyan dewam bike, di hefteya sêyemîn de ye. Nûnerên saziyên baweriyan FEDA û CÎK'ê, Federasyona Êzidiyên li Ewropayê, MARDEF û aktîvîstên TJK-E'yê yên ji Dusseldorfê hefteya dawî ya çalakiyê dewr wertgirtin.

STRASBOURG