Koma ji bajarên Elmanyayê Mannheim û Saarbruckenê, Nobeta Azadiyê li bajarê Fransayê Starsbourgê dewr girt. Nobeta Azadiyê ya bi daxwaza azadkirina Rêber Abdullah Ocalan di hefteya 460’î de didome.
Vê hefteyê jî Alî Can, Qaşem Agirman, Nezîr Botan û Îdrîs Rojava yên ji bajarên Mannheim û Saarbruckenê, ev nobet dewr girtin.
Alî Can li ser navê komê axivî û got, “Bi vê çalakiya Nobeta Azadiyê re gelê Kurd biryardariya xwe ya di têkoşînê de nîşanî hevkarên komploya navneteweyî da. Şîara herî sereke ya nobetê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gelê Kurd bi vê çalakiyê diyar kir ku mifteya çareseriyê ya doza Kurdan li Îmraliyê ye.”
STRASBOURG