Hedefgirtina gaziyan bê exlaqî ye

Sêşem 13 Sibat 2024 - 01:55

Ji bo rûreşkirina êrişa avahiya Federasyona Gaziyên Şer a Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa, Meclisa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyan Şer a Helebê, malbatên şehîdan ên Dêrikê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Newrozê bi daxuyaniyên cuda destnîşan kir ew hedefgirtin karekî derexlaqî ye û wiha hate gotin:’’Em kiryrarên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina avahiya Federasyona Gaziyan Şer a bajarê Qamişlo bi tundî şermezar dikin. Ev hedefgirtin derexlaqî ye." Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî gaziyên şer ên ku ji bo parastina cîhanê ji terora DAIŞ'ê beşên laşê xwe ji dest dane, rawestînin. Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna armancên şoreşê hat dayîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û wiha got:’’Êrişa dewleta Tirk a li dijî birîndaran peyameke zelal a ji bo DAIŞ’ê û hevkarên wê ye. Îspateke ku dewleta Tirk pişta xwe dide vegera DAIŞ’ê û destekê dide şaneyên wî. Dem hatiye ku di serî de Koalîsyona Navneteweyî, dewletên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, dewleta Tirk weke xwedî û piştevanê DAIŞ’ê bibînin. Ev êrişên dijwar destpêka pîlaneke nû ye ku encamên lihevkirina civîna Astanayê ne.’’

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.