Hebûna bi saya PKK’ê
Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:15
- Li Rojava-Bakur Rojhilatê Sûriyê, salvegera damezirandina PKK’ê bi çalakiyên bi heybet hate pîrozkirin. Xelkê got: PKK’ê em fêrî têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê kirin.
Li gelek navendên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bi çalakiyên bi heybet hate pîrozkirin. Li hin navendan parkên ji bo xelkê hatin vekirin û li van parkan, damezirandina PKK’ê bi coş hate pîrozkirin. Hin navendên ku lê çalakiyên pîrozbahiyê hatine lidarxistin, wiha ne.
GIRKÊ LEGÊ: Xelkê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê, salvegera PKK′ê li hola Rojhilat pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Narîşan Ezîz Berekat, salvegera damezirandina PKK′ê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya gelan pîroz kir û got, “Bi saya PKK′ê em hene. PKK′ê em fêrî têkoşîn û berxwedana azadiyê kirin.”
Piştre koma Berxwedan û koma Aram Tîgran, stran gotin û xelkê jî govend gerand.
Ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî (HPC) Silêman Berces ji xelkê re peyivî û got, “Bi PKK′ê em têgihiştin ku em hene. Şoreşa Rojava, berhema felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ne ji fedakariyên gerîla û xeta PKK′ê bûya, me di şoreşê de destketî misoger nedikirin.”
Piştre koma Çekdar Ereb, govend gerand, hunermend Baran Dilbuhar jî stran gotin. Beşdaran li ber stranan govend gerand.
ŞEDADÊ: Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî pîrozbahî li hola Werzîşê hat lidarxistin. Rêvebera Kongra Starê, Emîra Seed got: “Em salvegera 45′an mîlada berxwedanê li Rojhilata Navîn, mîlada PKK′ê ya li hemberî zulmê rabû, pîroz dikin.” Rêveberê PYD′ê Refet El-Derwîş da zanîn ku 27′ê Mijdara 1978′an bi fikrê ronakbîr Abdullah Ocalan tevgera azadî û rûmetê ava bû.”
Şahî bi stran û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
QAMIŞLO: Bi hezaran kes ji xelkê Qamişloyê, salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir. Pîrozbahî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ve li meydana azadî ya li taxa Hilêliyê hat lidarxistin. Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo salvegera avabûna PKK′ê pîroz kir û got, “Bi PKK′ê re gelê Kurd toza bi hezarên salan a koletî û çokdanînê ji ser xwe rakir û rêya berxwedan, têkoşîn û rêxistinê hilbijart. PKK ew pir e ya ku Kurd ji koletiyê ber bi azadiyê ve birine.”
Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk Mûsa Xelîl jî got: "Mîlada PKK′ê mîlada gelan e." Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê Ronahî Hisên jî diyar kir ku armanca wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got, wê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan ji ciwanan re xêz kiriye, bimeşin.
Piştre koma Botan, koma Şehîd Welat, koma Şehîd, Nesrîn Botan û Hisên Dêrik hunerê xwe pêşkêş kirin. Her wiha bi boneya salvegera damezirandina PKK′ê parka "Azadî" li bajarê Qamişloyê hat vekirin. Park ji stada fubolê, holeke girtî ya basketbol û voleybolê, birkeke avjeniyê, beşeke xwaringehê, dika şanoyê, dikan, beşek cihê lîstikên zarokan, pêk tê.
REQA: Li bajarê Reqayê pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK′ê li hola Mişwar bi amadebûna xelkê bajêr, nûnerên rêveberiyên sivîl ên Tebqa û Reqayê, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran û endamên saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser damezirandina PKK′ê hat nîşandan. Piştre şêwirmendê Meclisa Sivîl a Reqayê Ednan Hesen axivî û got, “Dewleta Tirk nizane ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêbertî bi yek destî li hemberî planên wê disekinin.”
Piştre komên hunerî yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hunerên xwe nîşan dan. Ciwanan jî meşale bipêşxistin û bê navber dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
MINBIC: Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê parkek bi navê Cizîrê vekir. Di merasîmê vekirina parkê de xelk, endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê beşdar bûn. Cihgira hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Minbic û gundewarên wê Medya Ehmo axivî û got, “Erka me parastina jîngehê û têkbirina nexweşî û afatan e, ji ber vê yekê me bi hevkariya Komîteya Jîngehê, Parka Damin yanî Cizîrê ji nû ve sererast kir û vekir.”
NAVENDA NÛÇEYAN