HDP’ê giliyê berpirsiyaran kir

Sêşem 14 Sibat 2023 - 15:52

HDP’ê giliyê wan kesan kir ku destûra îmarê dane û berpirsên hilweşîna xanî û avahiyan in.

Di encama erdheja navenda wê Bazarcix de bandoreke giran li Mereş, Dîlok, Semsûr, Hatay, Meletî, Edene, Amed, Osmaniye, Kîlîs û Rihayê bû. Bi hezaran kes di erdhejê de mirin. Hejmara fermî ya miriyan heta niha weke 31 hezar 974 kes hatiye eşkerekirin. Lê hîna bi hezaran kes jî di bin kavilan de ne.

Sedema mirina jî bi hezaran avahiyên hilweşiyayî ne. Tirs heye ku hejmara miriyan ji 100 hezarî bibihure û bigihîje 200 sed hezarî.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê giliyê mitahid, şexs, sazî û dezgehên cemaweriyê kir, yên ku bêyî guh bidin xetên fayê planên îmarê çêkirin, yên plan erê kirin, nehiştin vênerîn were kirin. Di heman demê de HDP’ê giliyê wan kesan jî kir yên ku bûne sedem, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê bikin, kêm yan jî xelet dest pê bikin û bi vê yekê bûne sedema mirina gelek kesan.

Komîsyonê xwest, kes û saziyên derheqê wan de wan gilî kiriye, bi sedema “Kuştina mirovan a bi qestî”, “Sûcê xemsariya di kuştina mirovan a bi qestî de” , “Sûcê birîndarkirina mirovan” û “ziyandayîna mal” bên cezakirin.

Di gilî de hat xwestin ku ji bo parastina delîlan û rê li ber girtina reva tohmetbaran, tevdîrên pêwîst bên girtin. 

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.