• Şandeyeke ku ji nûnerên HDP, OHD û ÎHD’ê pêk dihat, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan li Agirî û Îdirê hin hevdîtin kirin.  

Şandeyeke ku ji nûnerên HDP, OHD û ÎHD’ê pêk dihat, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan li Agirî û Îdirê hin hevdîtin kirin.  

Endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di şandeyê de cihê xwe digirtin. Şande têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li Agirî û Îdirê hin hevdîtin kirin. Di vê çarçoveyê de şande ewilî çû serdana Baroya Îdirê. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Habîp Eksîk, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz û Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê parêzer Cahît Ertan û Sertaç Çelîkkalelî jî di şandeyê de cihê xwe girtin. Serokê Baroya Îdirê Serkan Alakan ew pêşwazî kirin. Civînê li çapemeniyê girtî dewam kir. Piştî civînê jî şande çû serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku di van demên dawî de bi mirinan di rojevê de ye. 

Şande bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Piştre jî ber bi Agiriyê ve çû. Li Agiriyê jî şande çû serdana baroya bajêr. Serokê Baroya Agiriyê Mehmet Salih Aydin û endamên lijneya rêveber şande pêşwazî kir. Civîna li vir jî li çapemeniyê girtî bû. Hat zanîn ku di civînê de beşdaran bal bire ser binpêkirinan û mirinên biguman ên demên dawî. 

Şande piştî hevdîtina li Baroya Agiriyê, çû serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku ev demeke dirêj e ji ber binpêkirinên mafan, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dor kiriye. Şande îro jî li Wanê wê hevdîtinan bike û piştre derheqê lêkolînên xwe de daxuyaniyekê bide.

MA/ÎDIR