• Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Nifşê Nû û ew bi awayekî fermî vexwend şahiya Newroza Amedê.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Nifşê Nû û ew bi awayekî fermî vexwend şahiya Newroza Amedê.

Şandeya HDP’ê serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê didomîne.  Şande li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Nifşê Nû.

Berdevkê Tevgera Nifşê Nû, Hîmdad Şahîn û berpirsên din ên partiyê şande pêşwazî kir.

Di serdanê de her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê kir. Her wiha şandeya HDP’ê bi awayekî fermî Tevgera Nifşê Nû ji bo şahiya Newroza Amedê vexwend.

ROJNEWS/SILÊMANÎ