HDP malbatan tîne ba hev

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 16:25

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir ku ji bo tora piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re wê kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev” daye destpêkirin. HDP´ê xwest her kes bi hestiyarî tevlî kampanyaya wan bibe.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewilî a erdhejê ve ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê, xebatan dike û niha jî kapmanya “Em malbatan tînin ba hev” li xebatên xwe zêde kir. HDP’ê ji bo ragihandina kampanyayê li avahiya Rêveberiyên Cihî ya HDP’ê civîn li dar xist. Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ozlem Gunduz a ji Birêxistinkirinê Berpirsiyar û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren tev li civînê bûn.

Wan destpêkirina kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev” ragihand û bang li xelkê kir da ku di warê piştevaniyê û kampanyayê de bi hestiyarî tevlî kampanyayê bibin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.