Hawarî Siyamekî geyîşte asman

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 9 Cotmeh 2020 - 23:00

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(49)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 ( 1999), 567 lapere

Şewket: Tê nagem.
Keşkolî: Kilaşnîkov coreyek çekî Rûsî ye ke le Şerî Duwemî cîhanîyewe we baw kewtuwe. Guley Kilaşnîkov eger wêt kewê, zor car însan birîndar deka, belam mirov destbecê pêy namrê. Rûsekan pêyan waye yek le taybetmendîyekanî Kilaşnîkov eweye ke be birîndar kirdinî serbazekanî dujmin û le kar xistinyan, be kirdewe hêzî dujmin îflîc deken û pêş le takuteray sax degrin bo ewey çalakane bêne naw şerewe û cêy birîndarekan pir kenewe û eweyan pê nakrê çunke debê agayan le birîndarekan bê, û dujmin naçar debê hêzêkî ziyatir terxan bika bo pêrageyiştin û agadarî le birîndarekan û bew şêweye karîgerî nîzamî dujmin be şêweyekî berçaw dadekşê.
Guley Birnû be pêçewaney Kilaşnîkov, katêk we nîşane dekewê, le her layekî bedenewe derçê kunêkî gewrey tê deka û ewe manay waye karkirdî ciyawaze. Rojî rûdaweke, wekû asayî bû hemû debû qetarî fîşekekanyan radest biken û gule le çekekanyan da nebê. Zorbey pêşmerge cewanekan, tifengî mîkanîkî pênc tîryan hebû ke dewletî 'Êraq dabûy be hêzekanî Talebanî.
Yek le pêşmerge gencekan, guley le çekekey derhêna û bo ewey mitmane peyda bika tifengekey xalîye, lûley tifengekey le hewa kird û teqey kird. Ewe rêwresmêkî asayî bû ke zor car le ber çaw degîra. Belam genceke silî nekirdewe û lûley tifengekey zûtir hêna xuwarewe û leber ewey tifengeke betal nebû, duwayîn guley ke têyda mabû we reweze berdêk kewit. Ke be reweze berdeke da teqîyewe guleke we min û Siyamek Mueyîdzade kewit ke le tenîşt reweze berdeke rawestabûyn. Pirîşkey çend kesî dîkeşî be astem birîndar kird.
Emin û Siyamek her dûkman kewtîne ser zewî. Demuçaw u milim hemû xwênawî bû. Beşêk le guleke we pêstî serim kewtibû w çû bûwe jêr pêsteke. Beşêkîşî dîkey qûleke ta pişt gwêm çû bûwe jêr pêstewe.
Şewket: Kardanewey pêşmergekan le ast ew rûdawe çi bû?
Keşkolî: Bû be giryan û şîn û şepor. Emin bew hemû xwênewe ke ser û dem û çawmî dapoşîbû, pêm wa bû têror kirawim û xerîkim demrim û be zimanî Almanî duruşmim hel deda: "Bijî gelî kurd ", "bijî Mao tsêtung".
Şewket: Duway birîndar bûn çon detuwanî duruşim bidey û hawar bikey?
Keşkolî: Bew halete delên "tîr mest". Wate ke birîndar bûy, lewaneye bo çend anêk hêzit bêtewe berxo û çend hengawêk biroy û tenanet teqeş bikey. Gişt ewane dekrê çend demêkî tir nemênê û kesî birîndar, bêhoş bê yan giyanî le dest bida.
Şewket: Boçî be Almanî? Bo çî sebaret be Êran duruşmit hel nededa?
Keşkolî: Boxoşm nazanim? Renge le ber ewey taze le Almanewe hatbûme Kurdistan yan le ber ewey pêm wa bû rojnamenûsî laweyî le mîtîngeke da amaden.
Şewket: Siyamek Mueyîdzade çî lê hat?
Keşkolî: Letî serekî fîşekeke kewaney kirdbû we sîngî Mueyîdzade kewt û bîhoşî kird. Gule ta ser qebirxey çû bû. Siyamek çakî necat bû, çunke le gîrfanî kotekey da kitêbî sûrî Maoy pê bû û gule be zehmet kaxezî têk sirmaw derrê, legel eweşda, kitêbeke be tewawî kun bibû, û pirîşkey guleke, le jêr pêst bê ewey sedemeyek le qebirxekan bida gîrî kirdbû.
Şewket: Eger le çîn bûbayen, bibir bibir rûdawekeyan be wêne û wurderêşalewe bilaw dekirdewe ta nîşan bden kitêbî sûrî Mao muczey çon deka!
Keşkolî: Destbecê her dûkyan ragwêstîn bo nexoşxaneyek le Silêmanî. Nexoşewanêk minî mi'ayene kird û serî dirûmewe. Belam neywêra dest le lete guleke bida û gutî debê biçme Bexda. Siyamekîş her nexoşewanêk çawî lê kird çunke ew demî nexoşxaneke hîç pizîşkî lê nebû. Nexoşewaneke hewlî deda be bê bekarhênanî dermanî bêhoşî, letke guleke le sîngî Siyamek derbênê ke eweş hawarî Siyamekî geyande asman. Çend kesêk girtyan û gulekeyan le sîngî derhêna. Belam destyan le pirîşkekekan neda çunke lewane bû xwên bidellênê. Katêk le Silêmanî geraynewe, Kuriş Laşayî ke pizîşk bû, le Bekreco Siyamekî mu'alece kird.
Şewket: Eto çit kird? Aya bo mu'alece çûye Bexda?
Keşkolî: Le Bexda minyan birde nexoşxaney taybetî sertîp Kemal Husên û çawyan lê kirdim. Pizîşkekan deyangut pirîşkekanî guleke perîwnete nawçeyekî hestyarî pişt gwê û be derhênanyan lewaneye mûregekan sedemeyan wêkewê û bibête hoy lekar kewtinî masûlkey beşêk le rû û beşêk le gwê û egerî îflîc bûnîşyan dête gorê. Her boye selah nîye pirîşkey guleke derbênin. Ca boye destyan lew dû lete guleyey ke le pişt gwêm roçû bû neda û detuwanim be dest hestyan pê bikem le jêr pêst da. Ke le Bexda geramewe, bîstim ke ew lawe pêşmergeye û hêndêk kesî dîkeyan girtuwe. Helbet ew cewane rûnî kirdbûwewe ke derçûnî guleke be tewawî be helkewt bûwe, belam Talebanî bawerî nedekrid û pêy wa bû ewe pîlanî Sawak e.

Dirêjey heye…

Siyamek Mueyîdzade kesî duwem le rastewe, Îrec Keşkolî kesî sêyem le rastewe, Bekreco.
parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.