Hatîmogullari li Farqînê li Farqînê ya Amedê dijî provakasyona polîsên Tirk helwest nîşan da, diyar kir ji AKP’ê weye ku wê bi tang û topan bi ser bikeve lê gelê Kurd 31’ê Adarê wê bersiva hewce bidin qesrê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi çarçoveya xebatên hilbijartinê  tev li hevdîtina gel ya li Farqîna Amedê bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin û piştî tura navçeyê, derbasî pêşiya Kuleya Saetê bûn. Li vir jî bi sedan kesan Hatîmogûllari û şandeya pê re pêşwazî kirin. Beşdaran li vir li ber muzîkên Kurdî govend gerandin.

Ji me bitirsin

Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Faraqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen û namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li vir gel silav kirin. Serra Bucak, diyar kir ku dê di 31’ê adarê de b hev re bi ser kevin û xelkê bajar ji karesata qeyûm xelas bikin. Dogan Hatun jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û destnîşan kir ku reqîbên wan ji partiyên siyasî zêdetir, qeymeqam û walî ne. Dogan, sedema wê jî wiha vegot: “Ji ber ku ji me ditirsin. Lê ji me bitirsin, hîn bêhtir bitirsin.”

Tanrikulu hate bibîranîn

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî gel bi kurdî û erebî silav kir. Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de Hozan Şiyar bi bîr anî ku ji bo çand û zimanê kurdî bedelekî gira dabû û li sirgunê jiyana xwe ji dest da. Her wiha Hatîmogûllari, Serbijîşkê Nexweşxaneya Farqînê Zekî Tanrikulu ku di 2’yê îlona 1993’yan de ji hêla Hîzbûlkontrayê ve hatibû qetilkirin jî bi bîr anî.

Gelê Kurd wê bersiva fermana qesrê bide

Dema Hatîmogûllari qala mitînga li Esenyurtê ya Stenbolê dikir ku bi tevlibûna deh hezaran kesan bi daxwaza “rakirina tecrîda li Îmraliyê û çareserkirina pirsa Kurd” hat lidarxistin, polîsan hewl dan bi anonsan qut bikin.

Hatîmogûllari wiha bertek nîşanî vê rewşê da: “Em dikevin hilbijartinê û polîs nikarin mudaxileyê bikin. Bila Enqere, AKP û Erdogan bibihîse. Banga min ji bo polîsên çar aliyên me dorpêçkirin e; heke îdiaya we ya ‘em ê hilbijartineke demokratîk bikin hebe’, wê demê polîs nikarin mudaxele bikin. Me îro li Farqînê dît bê ka AKP li Kurdistanê çawa amadekariyên hilbijartinê dike. AKP dibêje qey dê bi rêya polîs, tank û topan bi ser keve lê xwe dixapîne. Ez ji qesra ku ev ferman daye hêzên ewlekariyê re dibêjim; di 31’ê adarê de bersiva herî baş dê gelê Kurd, gelê Farqînê bide we.

ANF/AMED