Hartûmê êrîşa hewayî: 20 sivîl mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 4 Îlon 2023 - 00:15

Taxa Kalakla ya Hartûmê, ji aliyê artêşa Sûdanê ve ji hewayî hat bombekirin. “Komîteya Berxwedanê” ku ji destpêka şer heta niha alîkariyên ji bo niştecihên taxê organîze dike û xwe weke alîgirê demokrasiyê pênase dike, ragihand ku di êrîşa hewayî de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Êrîşa hewayî roja Şemiyê pêk hat. Komîteyê destnîşan kir ji ber ku gelek cenaze bi temamî şewitîne û parçe bûne, nehatine hilgirtin.

Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Armed Conflict Location & Event Data Project (Acled), heta niha nêzî 5 hezar kesan di şer de jiyana xwe ji dest dane. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.