Nivîskar û rojnamevan Gokhan Harmandalioglu 18ʼê Adarê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê wefat kir. Harmandalioglu ev demek e ku dihat tedawîkirin. Kurê wî Sînan wefata bavê xwe bi rêya medya civakî ragihand.
Harmandalioglu hevalê Deniz Gezmiş bû û weke milîtanekî THKO hat mehkemekirin û di zindanê de ma. Paşê di nava damezrînerên TDKPʼê de cih girt û piştî 12ʼê Îlonê hat girtin û êşkence lê hat kirin. Piştî ku ji zindanê derket li Elmanyayê bi cih bû û demekê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsên çand û hunerî nivîsandin.
Di Mezopotamya TV, Medya TV û ROJ TV de bernameyên çandî çêkir. Pirtûkeke wî ya helbestê “Şer û Evîn” heye.
Sibe ji bo Harmandalioglu wê saet li 17ʼan li Mütze Plus - Berliner Str. 77, 51063 - Koln civîneke bîranînê were lidarxistin.
KOLN