Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîrana 2012'an li dijî tecrîdê û ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê "Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re" hate destpêkirin, 469 hefte ne li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dewam dike.
Nobedarên vê hefteyê komek ji Kurdistaniyên ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ne. Xoşnav Ata, Haci Îsa Mîdyat, Kadrî Amed nobeda vê hefteyê dewr wergirtin.
Xoşnav Ata bi navê komê daxuyanî da û anî ziman ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û hewldana komkujiyê ya li dijî gelê Kurd bi hevkariya NATO'yê tê kirin. Xoşnav Ata destnîşan kir ku di nava 10 salên vê çalakiyê de teşhîr kirine ku saziyên Ewropayê hevkarê gelek sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û gelên Kurdistanê ye û got, "Ji dema Komploya Navneteweyî heta îro ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo gavek nehatiye avêtin. Ev rastî jî nîşaneya herî girîng a vê hevkariyê ye." Xoşnav Ata destnîşan kir ku gelê Kurd wê qebûl neke ku sedsaleke din bi rengê kole bimîne, lewma wê berxwedanê mezin bikin.
STRASBOURG