- Şêwekar Ali Zulfikar bi mezinahiya 360 cm x 250 cm, ev portreyê Hamide Akbayir xêz kiriye.
Bi hinceta xebatên wê yên siyasî dewleta Tirk parlamentera berê ya eyaleta Nordrhein Westfalenê (NRW) ya Elmanyayê Hamîde Akbayir, 5 mehan bi “qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê” rehîn girtibû. Wezîra berê ya Zanist û Lêkolînê ya NRW´ê Anke Brunn li ser mijarê hikûmeta Elman rexne kiribû û gotibû: “Nabe ku hûn destûrê bidin, dewletek gefan li azadiya mirovan bixwe, wan bitirsîne.”
Hamîde Akbayir a 62 salî, 2´yê Îlona par li navçeya Elezîzê Depê hatibû girtin, hêzên dewleta Tirk ew bi “endamenetiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” gunehbar kir. Dewleta Tirk her wiha qedexeya derketina derveyî Tirkiyê jî danî ser Hamîde Akbayir.
Piştî hewldan û kampayaya ji bo azadiya Hamîde Akbayir, pêncçema bihurî wê karî vegere Kolnê. Ji bo Hamîde Akbayir pêr “çalakiya tu bi xêr hatî” hat lidarxistin. Li çalakiya li atolyeya şêwekar Ali Zulfikar, wezîra berê Anke Brunn, endamê meclîsa şaredariya Kolnê Jörg Detjen, nûnerên Komeleya Dengê Piştgiriyê, û gelek kes amade bûn.
Ali Zülfikar di çalakiyê de got, “Ev 20 sal in ez Hamîde nas dikim û ew di demên zehmet de her li cem min bû. Nedibû ku ez bêdeng li reghîngirtina wê temaşe bikim. Ji bo destekkirina serbestkirina Hamîdeyê min ev projeya hunerî çêkir. ‘’
Kêfî û kelevajî
Hamîde Akbayir jî got, gunehbariyên li dijî wê “kêfî û kelevajî” bûne. Wê got, kesên ku li Ewrûpayê rexneyan li desthilata dewleta Tirk digirin, weke “terorîst” tên binavkirin. Wê bi bîr xist ku hîna 62 welatiyên Elman li Tirkiyeyê rehîn in û ji ber vê yekê rexne li dewleta Elman jî girtin. Wê got, dewleta Elman agahiyan dide dewleta Tirk û li ser mijarê, wan ji 2019´an ve hikûmeta Elman di vî warî de hişyar jî kiriye.
Hamîde Akbayirê malavahiya her kesî kir ku piştgiriya wê kirine û got, “Piştgiriya bi her reng û astê kir ku îro ez li vir bim.”
Wezîra berê ya Zanist û Lêkolînê ya NRW ya ji SPD´ê Anke Brunn jî got, “Nabe ku bê qebûlkirin, dewleta Tirk siyasetvaneke bigire û bi cezayê hepsê gefan lê bixwe.” Wê ji hikûmeta Elman re jî got, “Nabe ku hûn destûrê bidin, dewletek gefan li azadiya mirovan bixwe, wan bitirsîne.”
KOLN