Koma ji bajarê Elmanyayê Hamburgê, nobeta azadiyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan wergirt.
Vê hefteyê jî koma ji Hamburgê hatibû ev çalakî dewr stend. Di vê komê de Mesût Gundar, Gulten Polat û Îdrîs Savci cih digirin. Mesût Gundar li ser navê komê got, “Dema ku ez hatim çalakiyê, ew hest bi min re peyda bû ku Rêbertî hatibû Îtalyayê. Wekî ku ez ê wî li vir bibînim, ez hatim vir. Lê mixabin, Rêbertiya me 22 sal in li pêş çavê dinyayê di çarçoveya projeyeke navneteweyî de dîl e. Em bi vê çalakiyê durûtiya Ewrûpayê teşhîr dikin û diyar dikin ku em ê vê komployê bişikînin. Têkoşîna ku me bi şîara ‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî biqedînin’ wê teqez bigihêje serfiraziyê.”
Di hefteya 472’an de
Nobeta Azadî ji Ocalan re di hefteya 471’an de ji aliyê saziyên Kurdan ên Ewrûpayê, nûnerên saziyên baweriyê û çalakgerên TJK-E’yê ve hatibû girtin. Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Ev nobet di hefteya 472’an de niha bi koma ji Hamburgê didome.
STRASBOURG