Halil Şen hat bibîranîn

Duşem 14 Sibat 2022 - 22:24

  • Halîl Şen par ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, welatparêzê Kurd Halîl Şen li bajarê Elmanyayê Dresdenê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bûbû. 

Halîl Şen par ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, welatparêzê Kurd Halîl Şen li bajarê Elmanyayê Dresdenê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bûbû. Halîl Şen li bajarên Elmanyayê Dresden û Erfurtê hat bibîranîn. 

Halîl Şen, 12´ê Sibata 2021’ê li ber parlamena eyaleta Sachsenê ya li Dresdenê bedena xwe dabû ber agir. Di merasîma bibîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dresdenê nameya Halîl Şen li pey xwe hiştî, hat xwendin. Wî di got, “Ev serîrakirina min e. Ez ji komplogeran û hevkaran re dibêjim, heta ku mirovahî hebe, rêberê mirovahiyê, roja me Serok Apo wê rêya mirovahiyê rohnî bike.”

Piştî nîşandana sînevîzyona li ser Halîl Şen, hevserokê FED-KURD´ê, Kerem Gök got “Xwedîderketina li heval Halîl, tenê bi xwedîderketina li tevgerê û Rêbertiyê mumkin e.” 

Înternasyonalîstên Elman jî ji tizbih, hemawî û kitêbên Halîl Şen xwendî koşeyeke pêşangehê amade kir. 

Ji bo Halîl Şen li bajarê Erfurtê jî li Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

DRESDEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.