Îsal ji ber li Bakurê Kurdistanê baran pirr kêm barî simbilên dexlan li nav erdên cotkaran hişk bûn. Cotkar, li benda alîkariyê ne. 

Yek ji deverên ku para xwe ji ziwabûnê girtiye jî Taxa Qebeseqeliyê ya Sûr a Amedê ye. Cotkar Azîz Çinar ev 30 sal in li taxê çandiniyê dike. Ew dibêje, ji ber hişkesaliyê îsal ti tişt bi dest wan neketiye.
 
Giş tevde hişk bûn

Çinar, diyar dike ku meha Nîsanê baran nebariyaye, hema bibêje hemû simbilên wan hişk bûne û wiha dipeyive: "3 sal in ji ber hişkesaliyê genimên me simbil nagirin. Berê em di nav van erdan de winda dibûn. Lê niha vikîvala ne. Her tişt hişk bûye. Ji ber hişkesaliyê genim qam neavêtiye. Simbil bêxêr bûne. Berê me serê donimê 2 ton genim werdigirt, lê niha bi zorê ton û nîv jê tê. Jixwe ew jî têra mesrefê xwe nake.

'Tiştek bi dest me neket'

Par me ceh bi hezar û 300'î dida. Lê îsal fiyet kirine 2 hezar. Ji ber hişkesaliyê tiştek bi dest me neket. Min ji bo 300 donimê bi qasî 70 hezar mesref kir. Lê serê donimê 80 kîlo ye. Têra mesrefê xwe nake. Gubre, tov, mazot tu tiştî xelas nake. Em bi deyn heqê tov û gubre didin. Heqê mazotê jî ji berîka me diçe.
 
'Cotkarî nemaye, miriye'

Qaşo dê destek bidana. Na. Hêviya me nema. Ti sozek xwe jî bi cih nayînin. Êdî em jî doza tiştekî nakin. Çimkî bajon jî pûç e, dewlet xwe nade ber ti tiştî jî. Cotkarî nemaye, miriye. Niha dahat û mesref bi zorê hev derdixin. Her kes xisiriye." 
 
Pişta cotkaran şikand

Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) a Amedê Abdûssamed Ûcaman jî da zanîn ku li seranserê Amedê niha nêzî 600 hezar donim nîsk, milyonek donim ceh û 3 milyon donim jî genim hatiye çandin, lê belê hişkesaliyê pişta cotkaran şikandiye. 
 
Ûcaman, destnîşan dike ku cotkar dev ji erdên ku nikarin av bidin, berdidin: "Hişkesaliyê bandor li mêrgan jî kir. Heywan jî nikarin baş biçêrin. Ev hişkesalî bandorê li hilberînerên herêmê û li zexîreyê Tirkiyeyê dike. Dê bibe sedema pirsgirêkên mezin." 


MA/AMED/EYLEM AKDAG/CAHIT OZBEK