Ha PDK ha dewleta Tirk

Çarşem 25 Cotmeh 2023 - 00:15

  • Bêwar Unver: Hatina PDK’ê hatina dewleta Tirk e. Xelkê wargehê vê yekê baş dizane û xwedî helwêsteke diyar e. Ger PDK bê navsera Qereçoxê, metirsiyeke mezin li ser xelkê wargehê çêdibe. 

JIYAN PÎRANÎ / ROJNEWS / MEXMÛR

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver têkildarî guhertinên ku di rojên dawî de li wargehê pêk hatin, axivî.

Bêwar Unver di destpêka axaftina xwe de bire ser guhertinên herî dawî yên li wargeha Penaberan a Mexmûrê û got, “Hatina Hêzên Parastina Gel ji bo gelê wargehê, heyatî bû. Wê demê hêzên herêmê hemû li hemberî DAIŞ’ê şikestin û herêm ji hêzên leşkerî hat valakirin. Wê hingê, hatina gerîlayan a Kerkûk, Mexmûr û Şengalê hêviyeke mezin da avakirin. Hêzên Parastina Gel li herêmê berxwedaneke bêhempa kirin û cara destpêkê hêzên DAIŞ’ê li vê herêmê hatin şikandin. Ev dîrok ji bo gelê Kurd mîna pelên zêrîn e. Piştî 9 salan Hêzên Parastina Gel biryara vekişînê dan. Ji salên 2017’an û şûn ve gelek êrişên dewleta Tirk li ser wargehê pêk hatine. Bi hinceta ku hêzên leşkerî di nava we de ne, NY û hikûmeta Navendî ya Iraqê çavê xwe li van êrişan digirtin. Hikûmeta Herêmî jî hevkariya van êrişan dikir. Em hemû jî baş dizanin sedema van êrişan ne HPG ye. Sedem pergala di nava wargehê de rûniştandî ye. Ev 30 sal in ku xelkê wargehê kariye hem hundir hem ji derve xwe biparêze. Xetera DAIŞ’ê ya li herêmê hatiye berterefkirin. Xelkê wargehê jî ev biryar bi erênî nirxand û wan diyar kir ku kengê pêwîstiya wan bi parastinê hebe, gerîlayên azadiya Kurdistanê wê wan tenê nehêlin.”

Em girêdayî hikûmeta navendî ne

Bêwar di dewama axaftinê xwe de îşaret bi aloziyên van çend rojan li herêmê di navabera hêzên Iraqî û PDK’ê de kir û got, “Wargeha Penaberan a Mexmûrê wek erdnîgarî û parastin, girêdayî îdareya Bajarê Mûsilê ye. Mûsil jî weke îdarî, girêdayî Bexdayê ye. Em di warê nasname û statuya penaberên siyasî de girêdayî ‘Lijneya dayîmî ne.’ Li gorî qanûnên Iraqê jî penaberên li ser axa Iraqê hemû girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ne. Di aliyê parastinê de jî berpirsiyariyên wargehê dikeve ser milê Iraqê. Çûyîna wan ya ser çiyayê Qerçoxê biryara artêşa Iraqê ye. Ev yek ne li ser daxwaza me pêk hatiye. Tenê me ji bo wan ragihandiye ku HPG’ê herêm berdaye.” 

Dîroka PDK’ê reş e

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya wargehê Bêwar Unver îşaret bi rola xirab a PDK´ê di dîroka wargehê de jî kir û got, “PDK partiyeke ne xwedî hêz e, yan jî artêş e. Ji wê wêdetir di dîroka vê wargehê de PDK xwedî cihekî reş e. Hebûna wargehê ya li Mexmûrê jî PDK bûye sedem. Ji ber ku bi dewleta Tirk re bû yek û em ji axa xwe derxistin. Divê ev rastî baş were zanîn. Ji 2019’an heta niha PDK rê nedaye gelê wargehê bi ti awayî derbasî bajarê Hewlêrê bibe, dijminatiyeke mezin a PDK’ê li hemberî xelkê wargehê heye. PDK û dewleta Tirk li pişt çiyayê Qereçox hevkariya DAIŞ’ê dikin. Ev ji bo xelkê wargehê xetereke mezin e. Ji ber ku li ser daxwaza dewleta Tirk, PDK dixwaze çiyayê Qereçox kontrol bike. Hatina PDK’ê, hatina dewleta Tirk e, xelkê wargehê bi vê yekê baş dizane û xwedî helwêstek diyar e. Ger PDK bê navsera Qereçoxê metirsiyeke mezin li ser xelkê wargehê heye.”

Destketiyên xwe diparêzin diyalogê bi Iraqê re dikin

Bêwar Unver di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku xelkê wargehê bi her awayî li hemberî her êrişa li dijî pergal û destketiyên xwe parastiye û wê biparêze jî û got, “Xelkê wargehê xwedî rêxistineke sivîl e. Bi salan e ti pirsgirêkên me li gel xelkê herêmê çênebûne. Lê gelê wargehê ji gelê herêmê gelek cûdatir e, ji ber ku êrişeke berfireh a dewleta Tirk li ser wargehê heye. Em ê weke xelkê wargehê bi hêza xwe li gel hêza ku me biparêze di nava diyalogê de bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.